Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin 2021-05-08 12:29:09 WAN – Di girteka otopsiyê ya kolber Hesen Keçelano ku li ser sînorê Îran û Wanê piştî ku hatibû girtin hatibû kuştin de ev gotin cih girtin: “Di laşê wî de birînên fireh û teng ên amûrên birîner hatin dîtin.”    Rapora derbarê mirina kolber Hesen Keçelano ku li ser sînorê Îran û Wanê piştî ku hatibû girtin, bi îşkenceya leşkeran hatibû kuştin, derket holê. Di raporê de bi gotina, ‘Di laşê wî de birînên fireh û teng ên amûrên birîner hatin dîtin’ careke din îşkenceya ku li Keçelano hatibû kirin piştrast bû.    Her wiha lêpirsîna ku têkildarî kuştina Keçelano bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” derbarê 3 leşkeran de hatibû destpirin berdewam dike. Baroya Wanê jî rapora xwe ya ku derbarê bûyerê de amade kiriye wê di rojên pêş de aşkera bike.    ÇÊ BÛBÛ?   Hesen Keçelano ku kolberî dikir di 14’ê nîsanê de bi kolber Behnam Samadî (17) re li navçeya Ebexê ya Wanê li ser sînorê Îranê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin. Leşkeran li qereqolê îşkenceyê li Keçelano û Samadî kiribûn û piştre wan danîbûn ser sînor. Di encama îşkenceya ku leşkeran lê kiribû de Keçelano jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku Îranê cenazeyê Keçelano bi saetan negirtibû leşkeran cenazeyê Keçelano anîbûn Wanê û piştî otopsiyê di 27’ê nîsanê de radestî malbata wî kiribûn.