Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda 2021-05-08 11:45:03   STENBOL - T. Kansiz ê  ji 12 saliya wê ve bi awayekî sîstematîk tecawizî keça xwe dike, piştî ku hat binçavkirin, du saet şunde hat berdan.    Hat hînbûn ku li Stenbolê bavê zarokeke 14 salî bi qasî 2 salan bi awayekî sîstematîk tecawizî keça xwe kiriye. Piştî ku zarokê tiştên bi serê wê ve hatine ji dayika xwe re vegot, tecawîz derket holê. Dayik Yeter Tuyluoglû, piştî ku hîn bû hevjînê wê tecawizî keça wê kiriye, di 13 nîsanê de li qereqolê giliyê hevjînê xwe kir. Bav Kansiz ê di heman rojê de polîsan ew binçav kir, piştî ku îfadeya wî hat girtin polîsan ew berda. Balkêşe ku dosyaya hê di asta lêpirsînê de ye bi lez û bez biryara nepen jê re anîn.    2 SALAN BERDEWAM KIR   Dayik Tûylûoglû, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku piştî keça wê di 13’ê nîsanê de bi wê re axiviye hîn bûye ku hevjînê wê ji 12 saliya wê  ve tecawizî keça xwe dike. Tuyluoglû ya piştî ku bûyer hîn bû çû li qereqola polîsan gilî kir. Tuyluoglû, anî ziman ku keça wê birine Navênda Şopandina Zarokan (ÇÎM) û piştî li vir mûayene dibe bi pedagogan re bi awayekî bidîmen îfadeya wê hat wergirtin.    Tuyluoglû, diyar kir ku beriya 8 mehan lihevkirina bi faîl re dev ji hev berdane û welayeta fermî ya her sê zarokên wê li cem wê ye û wiha got: “Piştî ku me dev ji hev berda, bi qasî 3 mehan mala me weke mala xwe bi kar anî. Piştî ku min bertek nîşan dida digot ‘Qasî ku zarokên min bi te re bin ev mal ya min e, li gor dilê xwe ez bikevimê û derkevim. Li ser vê yekê ji bo ji xwe re pergaleke nû ava bikim ji malê derketim. Dema keça min dawiya hefteyê dihat cem min digot ‘dayê min bigire cem xwe ez nikarim li wê malê bisekinim. Min jî jê re got hinek din xwe bigire, bila bavê te jî bi elime vê rewşê ez ê te bigirim cem xwe.” Tuyluoglû, diyar kir ku dema faîlê îstîsmarê dihat malê keça wê diçû odeya xwe û wiha axivî: “Min ji wî kesî re got keça min çima evqas ji te dûr ketiye, girêdayî balixbûnê û bûyerên hatin jiyîn kir. Ez jî wisa fikirîm.”   DI HEMAN ROJÊ DE HAT BERDAN   Tuyluoglû, da zanîn ku piştî tecawiz derket holê berdana faîl a ligel giliyê, ew diltirs kirine û wiha berdewam kir: “Me xwe di welatekî ku ewqas bêedalet de hîs kir. Em mecbûr man ku xwe bi xwe biparêzin. Em di vê pêvajoyê de derbasî maleke din bûn, wê êvarê faîl hat malê. Tu ewlehiya me nîne.” Tuyluoglû, bi lêv kir ku piştî vê pêvajoyê faîl bi telefonê li wan digere û tacîz û gefên xwe didomîne û wiha pê de çû: “Divê bi awayekî cidî li dozên wisa bê nêrîn. Divê hemû bergirî di serî de bên girtin.”   BIRYARA DÛRXISTINÊ HAT BINPÊKIRIN   Tuyluoglû, destnîşan kir ku piştî tacîz û gefan biryara dûrxistinê da wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîlî biryara dûrxistinê ya min da wergirtin du caran bin pê kir û li ser vê yekê cezayê hefsa malê da faîl. Kelemçeya elektronîk beriya 3-4 rojan xistine lingê wî. Ev agahî hemû min ji xizmên wî girtin. Bergiriyên tên girtin em têrker nabînin. Ji ber dosya di asta lêpirsînê de ye hêj îdianame nehatiye amadekirin. Şûna dûrxistinê divê faîl were girtin. Beriya niha jî li gel dûrxistinê 100 metreyan nêzîkî min bûbû wê demê dikarî her tiştî bike.”   TUNDIYA ZILAM LI HER DERÊ YE   Tuyluoglû, anî ziman ku ji ber bergiriyên ku meqamên edlî nagirin her roj zilam jinan qetil dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Faîl dixwazin ser dozê bi vî şiklî bigirin. Dixwazin îstîsmarê meşrû bikin û serê wê bigirin. Ez demildest edaletê dixwazim, bila doz ev qas dirêj nebin û bersûc demildest bên cezakirin."   MA / Rojîn Altay