‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin' 2021-05-08 09:01:11 MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, anî ziman ku divê kiryarê Komkujiya Vartînîsê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê Bulent Karaoglû bê girtin. Parlementerê DEP'ê yê wê demê Sirri Sakik jî got: "Cinayetên bi vî rengî yan dikevin ber demboriyê yan jî daxilî nav ên kiryar nediyar dibin."  Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de li bajaroka Vartînîs a Mûşê, komkujiyek pêk hatibû. Di komkujiyê de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn.   Daîreya Ceza ya 1'ê ya Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê serlêdanê de aşkere kir. Daîreyê biryar da ku berpirsiyarê komkujiyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Navçeyê yê wê demê Bulent Karaoglû ye û biryara dadgeha xwecihî ya derbarê Karaoglû de xera kir. Her wiha daîreyê biryara beraatê ya derbarê 3 eskerên payebilind jî pesend kir.   Dadgeha xwecihî derbarê Karaoglû de biryara "ê ku fermana şewitandina gund daye serpel Karaoglû daye" dabû.    Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê wê demê Sirri Sakik ku piştî komkujiyê çûbû bajarokê û tevî hin kesan cenaze ji malê derxistibûn û yek ji parêzerên dozê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk biryara navbirî nirxandin.   BIRYAREKE KÊM    Karaçelîk, diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind kêm e û divê salên 1990'î ku salên tarî ne, bên zelalkirin. Karaçelîk, destnîşan kir ku piştî biryara navbirî divê hevrûbûnek çêbibe û got: "Wekî doza Vartînîsê, doza Pasûr, doza JÎTEM'ê ya Qoserê û gelek dozên din hene. Îja gava mirov li doza Vartînîsê binêre, dê bibîne ku ji bo zelalkirina wê serdema tarî cihê hêviyê ye. Ev biryar di heman demê de, biryara tespîtkirinê ye ku peywirdarên cemaweriyê bi sifetên xwe û hêza xwe fermana çalakiyên bi vî rengî dane. Gava em li vê bûyerê mêze dikin, em dibînin wekî ku eskerek nikaribûye bi hêrsa xwe û tiştekî wiha kiriye hatiye nîşandan. Ev ne rast e."    DEMBORΠ   Karaçelîk, diyar kir ku hindik maye ku doz têkeve ber demboriyê. Karaçelîk, bibîr xist ku piştî biryara Dadgeha Bilind, dadgeha xwecihî jî danişîn taloqî 21'ê Îlonê kiriye. Karaçelîk, destnîşan kir ku ev doz bi talûkeya demboriyê re rû bi rû ye, lewma divê demildest bê kirin û got: "Divê berpirsiyar demildest bên girtin."    CENAZEYÊN ŞEWITΠ   Sirri Sakik ku wê demê Parlementerê DEP'ê bû, anî ziman ku piştî komkujiyê çûye cihê bûyerê û bi çavê xwe dîtiye ku dayikeke ducanî jî di nav de 10 kes bi saxî hatine şewitandin. Sakik, bilêv kir ku yê ku komkujî organîze kiriye Karaoglû ye û her kes bi vê dizane.    Sakik got: "Min bi destê xwe cenazeyên zarokan ên hatibûn şewitandin ji hundir derxistin û defin kirin. Wehşetek bi vî awayî çêbûbû. Di heman rojê de yekîneyeke mezin a eskerî berê xwe dabû gundê Zengokê ku malbata min jî li vî gundî dima. Gava min bihîst konwoya eskerî ber bi gund ve diçe, wê şevê neçûm gund, çûm Mûşê. Mirovên li gund gotin, mala lê mabûm hatiye şewitandin. Piştî Vartînîsê agir berdan gundê Zengokê jî. 5 xizmên min li wî gundî bi saxî hatin şewitandin."    AN DEMBORÎ AN KIRYAR NEDIYAR    Sakik, diyar kir ku di danişînê de ew û Karaoglû leqayî hev hatine û got: "Serokê dadgehê jê pirsî, 'bûyer çawa qewimî?' Rast nediaxîfî, derew dikir. Got, 'Ezbenî mal dişewitî.' Serokê dadgehê cardin pirsî, 'We çima netefand?' Wî jî got, 'Ezbenî erkeke me ya wisa tune bû.' Piştî vê li hêwana dadgehê qîriyam, 'Kujer ev e. Ê ku ew der da ber agir ev e.' Jixwe piştî bûyeran erka serpel hat zêdekirin û dadgehê biryara beraetê da. Me di Newrozê de dît bê Kemal Kûrkût çawa hat kuştin û kujerên wî çawa hatin fihêlkirin. Kesên tiştên wisa dikin nayên aşkerekirin. Bûyerên bi vî rengî yan dikevin ber demboriyê yan jî daxilî nav ên kiryar nediyar dibin."    MA / Dîndar Karataş