Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-07 20:34:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 20 hezar û 107 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 278 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 20 hezar û 107 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 42 hezar û 465 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 998 hezar û 89.