Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin 2021-05-07 15:19:18   AMED – Li Girtîgeha Jinan a Amedê, ji heman qawişê 8 kes vîrûsa koronayê ketin. 2 girtiyên ku rewşê wan giran bûbûn rakiribûn nexweşxaneyê careke din şandin girtîgehê.   Li Girtîgeha  Jinan a Amedê, li qawişa B-11’an ji 11 jinên girtî 8 girtî bi vîrûsa koronayê ketin. Ji jinên girtî Ferîha Deyîş û Emîne Erol, ji ber ku nexweş ketin di 4’ê gulanê de wan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Li gel ku rewşa wan giran bû jî piştî testê wan ên vîrûsa koronayê hat girtin her du girtî jî şandin girtîgehê. Di 5’ê gulanê de testên Deyîş û Erol pozîtîf derkletin. Li ser vê yekê testên girtiyên din jî hatin girtin. Testê 6 girtiyên din jî pozîtîf derket. 3 girtî jî bi hinceta ku temasa wan heyeli qawişeke din ketin qarantînayê. Hat ragihandin ku Deyîş û Erol û 6 girtiyên din li heman qawişê di qarantînayê de ne.    DUH WAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ   Hat diyarkirin ku ji ber rewşa wan giran bûye Deyîş û Erol duh rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê lê piştre wan dîsa şandine girtîgehê. Hat diyarkirin ku li qawişa kêlekê jî nîşaneyên koronayê bi girtiyan re peyda bûne û serlêdana girtiyan a ji bo testê hatiye redkirin. Hat zanîn ku 3 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîke hene jî li qawişê hene. Her wiha hat diyarkirin ku Endama Lijneya Rêberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Çetîn ku polisan bi kûçika bi ser mala wê de girtibû û îşkence lê kiribûn jî li vê qawişê dimîne.     REWŞA WAN A TEDNURISTIYÊ GIRAN E   Dayika Deyîş Sûltan Deyîş, diyar kir ku roja sêşemê (4’ê Gulanê) roja axaftina bi telefonê ye û keça wê li wan negeriyaye û û wiha got: “Rojek şûnde ji nexweşxaneyê li me geriyan û gotin ku Ferîha bi koronayê ketiye. Em li girtîgehê geriyan wan jî agahiyê piştrast kir. Duh û pêr rewşa wan giran bûye û wan birine nexweşxaneyê oksîjen dane wan. Îro dema ku em li girtîgehê geriyan, ragihandin ku rewşa wan îro baştir e. Gargiyan girtiyan bi koronayê xistiye. Lewre timik bi ser qawişan de digirin. ME nizanin rastî çî ye. Tiştên ku ji me re dibêjin rast in ne rast in em nizanin.”    ‘BILA TEVDÎRÊN BAŞ BÊN GIRTIN’   Dayika Erol Ayfer Erol jî da zanîn ku keça wê rakirina nexweşxaneyê, oksîjen danê, piştre careke din birine girtîgehê û kirine qarantînayê û xwest ku li girtîgehan bergiriyên baş bên girtin.   SERDEGIRTINA QAWIŞÊ   Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin di 3’ê gulanê de gardiyanan bi ser qawişa B-11’an de girtiye û hemû amûran di lêgerînê re derbas kirine.  Hat hînbûn ku gardiyanan di hemû serdegirtinan de heman lepikî bi kar anîne.  Hat angaştkirin ku koronayê ji ber vê li girtîgehê belav bûye.