‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin 2021-05-07 13:35:15   STENBOL - Şertê kontrola edlî ya derbarê Mehmet Hanîfî Bozaslan ê tundî li jina xwest ji wî veqete û jinekê din kiribû de hatibû dayîn, hat rakirin.   Derbarê zilamê bin navê Mehmet Hanîfî Bozaslan ê li Stenbolê di 9’ê Kanûna 2020’an de, tundî li jina xwe ji wî veqete kiribû û gef kuştinê li jina xwediyê mala ku tundî lê pêk hat xwaribû de, îdîaname hatibû amadekirin. Ji bo bersûc Bozaslan ji salekê heya 8 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin.   30’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, biryar da bû ku bi rê û rêbaza darizandina hêsan Bozaslan bê darizandin. Parêzerê Bozaslan Sedat Çakar, di çarçoveya rê û rêbaza darizandina hêsan de, daxwaznameyaek pêşkêşî dadgehê kiribû.   DAXWAZ HAT QEBÛLKIRIN   Parêzerê Bozaslan daxwaz kiribû ku biryara şertê kontrola edlî yê muwekîlê wî bê rakirin. Dadgehê jî, daxwaza parêzer qebûl kir û şertê kontrola edlî ya derbarê Bozaslan de rakir.