Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye 2021-05-07 09:04:40 AMED – Raîfe Ergul, diyar kir ku ji bo wê tu wateya Roja Dayikan nemaye û ev tişt got: “Roja ku zarokên me qetil kirin Roja Dayikan ji me girtin.” Roja Dayikan destpêkê di sala 1914’an de li Amerîkayê bi bêrîkirina jina bi navê Ana Jarvis a dayika xwe ku jiyana xwe ji dest daye dest pê kiriye û pişt re fermî bûye û li tevahiya dinyayê berbelav bûye. Her sal di duyemîn roja yekşemê ya meha gulanê de tê pîrozkirin. Lê dayikên kurd vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin.    Dawî li êşa dayikên kurd ên mexdûrê şerê ku bi salan e tê domandin nayê. Rojekê li dayikên kurd didin, rojek wan digirin û rojek jî wan qetil dikin. Beşeke dayikan ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe yên ku windabûne û hatine qetilkirin têkoşîn didin û beşeke wan jî ji bo zarokên xwe yên girtî li ber derê girtîgehan rojên xwe jiyana xwe didomînin. Beşeke wan jî div ê oxirê de jiyana xwe ji dest didin.    TENÊ YEK JI DAYIKÊN KURD E   Raîfe Ergul (63) ku gelek caran bi ser mala wê de hatiye girtin, ji cihê ku lê jiyaya hatiye koçberkirin, polisan lê daye, ketiye girtîgehê û keçeke di şer de jiyana xwe ji dest daye, tenê yek ji dayikên kurd e ku zilm li wan hatiye kirin.  Ergul, bertek nîşanî pergala ku ji ber hebûna goristana keça wê kêfa wê tîne da û  got ku êşa dayikên din kûrtir e.    KOÇ, ZEXT, GEF   Ergul, di sala 1958’an de li navçeya Xîzanê ya Bedlisê weke keçeke malbateke ku debara xwe bi sewalkariyê dike ji dayik bûye. Tenê heta 5 salan dibistanê xwendiye, di 24 saliyê de zewiciye û 4 zarokên wê çêbûne. Di salên destpêkê yên zewaca xwe de bi zextên dewletê re rûbirû dimîne û koçkirina Edene û Amedê lê tê ferzkirin. Rexmî koç kirina xwe jî ji zextê dewletê rizgar nabe. Gelek caran bi ser mala wê de tê girtin û hevjînê wê 2 caran tê girtin.    Derbarê  van serdegirtinan de Ergul, diyar kir ku dema serdegirtinekê qet ji bîr nake û wê demê wiha vegot: “Carekê li ber çavê min û zarokên min bi saetan bi kolman li hevjînê min dan. Pêkanîn li dijî mirovahiyê bûn. Her roj dengê bombeyan hebû. Zarokên min heta ku xwe navêtina min di xewde nediçûn. Carekê fermandar bangî min kir û bi van gotinan gef li min xwar: “3 rê hene, ya tu yê bê kuştin ya tu yê bêyî girtin û ya jî tu yê biçî. Me nedixwest em xaka ku lê mezin bûne terk bikin lê me neçarî koşkirinê kirin.”   3 MEHAN GIRTÎ MA   Ergul, da zanîn ku piştre ji ber zextên ku li wan hatine kirin zarokên wê dengê xwe derxistine. Zaroka wê ya duyemîn Gulistan Ergul (16) di sala 2005an de tevlî çalakiyên mertalên zindî dibe. Ergul jî di sala 2016’an de bi hinceta ku tevlî çalakiya 15’ê Sibatê dibe polis heqaret lê dikin û lê didin. Piştre polis wê binçav dikin û tê girtin. Dikeve Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê. Piştî girtina 3 mehan tê berdan. Ergul, bîranîneke xwe ya li girtîgehê bi van gotinan anî ziman: “3 mehan girtî mam. Li hundir min xwendin û nivîsandinê hînê dayikan dikir.  Min li ber xwe dida, lê dema ku min keça xwe ya 5 salî dît bi hestên dayiktiyê dest bi girî kir. Mehekê qet negiriyabûm. Dema ku min keça xwe dît bi qasî saetekê giriyam. Cudabûna min a ji keça min bandoreke zêde li min kiribû. Di meha 2’emîn de nexweş ketim. Girtîgeh ji bo dayikek gelek giran e. Hê jî wê bandorê li xwe hîs dikim.”   ROJEK TUNE   Dayika Ergul ku çavên wê tije rondik bûn, da zanîn ku piştî çûyîna wê bi 5 salan agahiya mirina keça xwe girtiye û wiha qala kêliyên ku agahiya mirina keça xwe girtibû kir: “Min gotibû ez ê negirîm lê min xwe winda kir. Min deyax nekir û giriyam. Gevizandina di nav êşê de bi tena serê xwe cezayeke. Zarokên me tenê doza aştiyê dikirin, lê wan qetil kirin. Keça min û hevala xwe hev dû hembiz kiribûn û şehîd bûbûn. Li Tipa Edlî wan ji hev qetandibûn. Ji bo dayikên ku zarokên xwe di wê rewşê de dîtine Roja Dayikan tuneye. Roja ku zarokên me qetil kirin Roja Dayikan ji me girtin. Min got, ‘Hêvî dikim ku keça min bibe ya dawiyê’ lê mixabin êşê berdewam kir.”   BILA DAYIK BIBIN YEK   Ergul, bi lêv kir ku ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nasnameya min, dîtina perwerdeyê ya bi zimanê min, jiyana bi çanda min çima Tirkiyeyê dabeş bike? Ji bo berjewendiyên xwe çima şer derdixin? Bi salan e me ji aştiyê pêştir tiştekî din negot. Em li ser gorên zarokên xwe jî vê tînin ziman. Weke kurdek û dayika şehîdekê, dibêjim ku rondikin çavên dayikan hemanin. Bila dayikên tirk jî vê bibêjin. Wê demê wê ev şer bi dawî bibe. Çima em li heman xakê di nav aştiyê de nejîn. Bila demildest şer raweste, daxwaza zarokên me yên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin û mirov bêsûc bên berdan. Bila dayikên kurd û tirk di Roja Dayikan de dest bidin hev.”   MA / Eylem Akdag