Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye 2021-05-07 09:04:38 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû destnîşan kir ku operasyonên dersînor berdewamiya “Pilana Pelişandinê” ye û got: “Operasyon bi tecrîdkirina birêz Ocalan ve girêdayî ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”  Operasyona dersînorî ya di 23’yê Nîsanê de ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li deverên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve hat destpêkirin berdewam dike. Balkêş e ku oprasyonê piştî hevdîtina bi telefonê ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden dest pê kir. Bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî operasyonê jî berdewam e. Ev hemû berfirehiya konsepta operasyonê dide nîşandan.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû operasyonê nirxand û destnîşan kir ku operasyon û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ye.    ‘BERDEWAMIYA PILANA PELIŞANDINÊ YE’    Şenoglû anî ziman ku polîtîkayên êrişkar ên îqtidarê ku bi rê ve dibe xwedî dîrokek dûr û dirêj e û wiha got: “Ev rewş ji serdema avakirina komarê tê. Pergala li Tirkiyê xwe dispêre îmhakirin û pişaftina kurdan û lewma 100 sal in didome. Heke em bi rehendên aktûel binêrin ev konsepta êrişkar ji êrişên di sala 2014’an de li Rojava, Şengal, Herêma Kurdistanê xistin dewrê tê heta îro. Ev operason xwe dispêre ‘Pilana Pelişandinê’. Armanca sereke ya rejîma Tirkiyê ew e ku kurd nebin xwedî statûya netewî.”    ‘ÊDÎ KURD NE EW KURDÊN BERÊ NE’    Şenoglû da zanîn ku êrişên li dijî kurdan pêk tên tenê ne bi Tirkiyê ve girêdayî ye û wiha got: “Ev parçeyek konsepta navnetewî ye. Operasyon bi pejirandina Amerîka û Yekîtiya Ewropayê hat destpêkirin. Mesele ev e; ya wê kurd mafên xwe yên dîrokî li Rojhilata Navîn bi dest bixin an jî wê sed salên din jî bi kurdan bidin windakirin. Hevsendiya em têde derbas dibin ewqas tûj e. Bêguman ev îqtidar gelek bi berfirehî van polîtîkayên xwe yên êrişkar fikirî ye û gelek berfireh û kûr bi rê ve dibe. Lê belê êdî ne Rojhilata Navîn ne Rojhilata Navîn a berê ye û ne jî kurd ew kurdên berê ne. Ne jî Tirkiye ew Tirkiyeya berê ye. Ev yek di operasyona dawî ya Garê de hat dîtin. Îqtidar li wir têk çû. Niha jî li ser vê yekê êriş dike. Ev êrişên wiha 40 sal in wiha didomin. Lê tu encamek neda. Berê jî li Zapê operasyonek wiha hatibû destpêkirin lê belê wê çaxê jî bi ser neketibû. Ev operasyon jî wê bi ser nekeve. Çimkî îqtidara AKP2ê û hêzên navnetewî xwe li ser şer û rijandina xwînê xwedî dikin.”   ‘OPERASYON BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE’    Şenoglû destnîşan kir ku eriş û operasyonên berdewam dikin bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û wiha domand: “Heman tişt dema Ocalan di sala 1999’an de radestî Tirkiyê hat kirin jî qewimîbûn. Polîtîkayên şer ji wan rojan ve heta îro berdewam dike. Em nikarin bêjin ku tu eleqeya vê operasyonê û tecrîda li ser Ocalan bi hev ve nîne. Rabûn û mayîna tecrîda li Îmraliyê di heman demê de çarenûsa van polîtîkayên êrişkar jî diyar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û ji bo gel di jiyanek wekhev û azad de bijîn, birêz Ocalan hewldanên gelek girîng kiribûn. Me di pêvajoya çareseriyê de viya pir eşkere dît. Paradîgmaya Ocalan ji bo azadiya kurdan û azadkirina Tirkiyê gelek girîng e. Lê îqtidar rabû û piyê xwe li maseya çareseriyê xist û qeliband û pêvajoyê bi dawî kirin. Çimkî pêvajo kêrî karê wan nehat û pişt re polîtîkayên şer û hilweşandinê xistin dewrê.”    ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’    Şenoglû destnîşan kir ku beşek mezin a civakê dizane ku çareseriya tevahiya pirsgirêkan li Îmraliyê ye û wiha got: “Bi milyonan kurd birêz wek muhatabê siyasî dibîne. Di pêvajoya çareseriyê de dewletê jî birêz Ocalan wek tekane muxatabê resmî yê çarseriya pirsgirêkê ragihandibû. Îro dîsa pêdivî bi vê muxatabiyê heye. Heke îro Tirkiye ji vê aloziyê derkeve û rêya vê were vekirin, divê tecrîd ji holê were rakirin. Bi sepandina tecrîdê re li Tirkiye nikare demokratîk bibe. Em baş dizanin ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin tevahiya civakê xistiye bintecrîdê. Bi rastî jî sepanên tên sepandin carek din viya radixe ber çavan. Çimkî rêya aştiyê aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe. Çareserî li Îmraliyê ye.”   MA / Ferhat Çelîk