Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin 2021-05-07 09:04:36 ÎZMÎR - Dayika girtî Ramazan Kizildag ê di greva birçîbûnê de ye Şukriye Kizildag, bi gotina “Dilê dayikan ne şewitînin” bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da.  Çalakiya geva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dan dest pê kirin di roja 162’yemîn de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê koma 33’yemîn dewr girt û herî kêm li 107 girtîgehan didome. Yek ji girtiyên ketin greva birçîbûnê Ramazan Kizildag ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê dimîne ye.    Kizildag di sala 1994’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) vê hatib û darizandin û cezayê muebetê lê hatibû birîn. Doza Kizildag dûre ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû şandin. DMME’yê biryar da bû ku Kizildag ji nû ve bê darizandin. Di vê çarçoveyê de doza Kizildag ji nû ve dest pê kir.    Dayika Kizildag ê di koma 33’yemîn a greva birçîbûnê de cih digire Şukriye Kizildag, bang li rayedaran kir.   DI PANDEMIYÊ DE SEWQ KIRIN    Kizildag, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “Piştî biryara ji nû ve darizandinê, kurê min ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê, sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jimara 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê kirin. Doza wî hîna dewam dike. Ligel vê jî, di şert û mercên pandemiyê de, di hefteya derbasbûyî de, cardin sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirin.”   BÊHIQÛQΠ   Dayik Kizildag, diyar kir ku ligel biryara DMME’yê jî kurê wê nehat berdan û wiha bilêv kir: “Weke ku bêedaletiya lê hatibû kirin ne bes bû, darizandina wî dîsa dewam kirin û cardin birin Edîrneyê. Gelo çima ji bo Kurdan edalet tuneye? Kurê min 27 salin, bi awayekê bêedalet di girtîgehê de tê girtin. Kurê min li dijî binpêkirinên mafan û bêhiqûqiya heyî gelek caran ketiye greva birçîbûnê. Kurê min,  dawî di 8’ê Mijdara 2018’an de, dema Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ket greva birçîbûnê de, 3 mehan di çalakiya greva birçîbûnê de ma bû.”    BANG LI SAZIYAN KIR   Kizildag, dest nîşan kir ku kurê tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye û ev bang li yaredaran kir: “Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Kurê min jî tevlî çalakiyê bû. Daxwazên zarokên me, daxwazên me ne. Heya nefesa xwe ya dawiyê em bi zarokên xwe re ne. Zarokên me dîrhem bi dîrmeh li ber çavên me dihelin. Ji bo ku edalet pêk bê, zarokên me di girtîgehan de canê xwe helandin. Em naxwazin ku kes bêdeng bimîne.”   Dayik Şukriye Kizildag, dest nîşan kir ku ji bo xwîna diherike êdî raweste ev çalakî berdewam dike û wiha bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da: “Pirsgirêkan çareser bikin. Dilê dayikan ne şewitînin.”   Kizildag, herî dawî banga hestiyarê li sazî û dezgên netewî û navneteweyî kir ku xwedî çalakiya greva birçîbûnê derkevin û ew ê bêdeng nemînin.   MA / Nacî Kaya