304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-06 21:41:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 22 hezar û 388 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 304 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 22 hezar û 388 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 42 hezar û 187 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 977 hezar û 982.