Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin 2021-05-06 16:55:59   ÇEWLIK – Li navçeya Kanîreşê cenazeyê zilamekî ku hatiye parçekirin hat dîtin.    Li gundê Sakaoren ê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, di çalava gund de cenazeyê zilamekî ku hatiye parçekirin, hat dîtin. Hat hînbûn ku li ser bîne zêde gundî ketine nav tevgerê û agahî dane cendirmeyan. Cendirmeyên ku hatin gund dest bi lêgerînê kirin û cenazeyê hatiye parçekirin dîtin. Hat angaştkirin cenazeyê hatiye dîtin ê Yilmaz Bîlgîç ê beriya 10 rojan winda bûbû ye.   Cenaze ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.    Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Erdal Aydemî, ji bo Yilmaz Bilgîç pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê û xwestibû ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû derbarê windabûna Bîlgîç de daxuyanî bide.