AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît 2021-05-06 15:02:42   STENBOL – AYM’ê Şadiye Dîlan Dogan ku di çalakiya ji bo Berkîn Elvan de polisan lê dabû mafdar dît û biryar da ku ji bo Dogan tazmînat bê razandin.    Şadiye Dîlan Dogan, tevlî çalakiya ji bo Berkîn Elvan ku dema çalakiyên Geziyê ji aliyê polisan ve hatibû kuştin hatibû lidarxistin bûbû û polisan di çalakiyê de lê dabûn. Dogan giliya polisên ku lê dabûn kiribû û doza tazmînatê li wan vekiribû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Dogan mafdar dît û biryar da ku ji bo Dogan 40 hezar û 500 TL tazmînatê manevî bê razandin.