Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir 2021-05-06 13:59:23   RIHA - Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê ya Rihayê bal kişand ser hişkesaliya li bajarên heremê pêk tê û ev bang kir: “Divê Plana Çalakiya Hişkesaliyê were amade kirin, deynên cotkarên me yên ji vê yekê bandor bûne jê bên birîn û gubre û tov bê pere bên belavkirin.”   Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê (ZMO) ya Rihayê ku girêdayî Yekitiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazan a Tirk e (TMMOB) têkildarî sezona çandiniyê ya 2020-2021’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. ZMO’yê diyar kir ku li gorî demsalê ji sedî 50 baran kêm barî û wiha got: “Riha, Amed, Semsûr, Mêrdîn, Sêrt, Êlih demsala herî hişk a salên dawî dijîn. Ji ber hişkayiyê wê cotkar bi awayekî cidî ketina rekolteyê bijîn. Ligel rekolteyê jî wê li welatê me xelaya kayê çêbibe.”   PROJEYA GAP’Ê   ZMO’yê bi bîr xist ku bajarên heremê embara dexl û baqilan in û wiha berdewam kir: “Li Rihayê di qadeke nêzîkî 5 milyon donim erd de çandiniya ziwa tê kirin. Hilberîna ji sedî 36 nîskê sor, sedî 12 genim û sedî 14 ceh a welatê me li Rihayê tê hilberandin. Ji sedî 96 nîskê sor li Herema Anatoliya Başûrrojhilat tê hilberandin. Bajarên me yên potansiyela çandiniyê evqas zêde ne divê demildest projeya GAP’ê û projeyên avdanê bên qedandin. Heke pereyê ji GAP’ê hat qezenckirin razandibûna GAP’ê niha proje qediya bû û milyonek û 800 hezar hektar qadên çandiniyê ne gihiştibûn avê û niha ev hişkayî jî nedihat jiyîn.”   TOVÊ BÊ PERE   ZMO’yê bang li Wezareta Çandinî û Daristanê kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Divê Plana Çalakiya Hişkesaliyê were amade kirin, deynên cotkarên me yên ji vê yekê bandor bûne, divê jê bên birîn û ji bo sezona çandiniyê ya 2022’yê li cotkaran û hilberîneran gubre û tov bê pere bê belavkirin. Feraseta dewleta civakî vê yekê hewce dike.”