Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê 2021-05-06 13:27:57 ŞENGAL - Şandeyek ku ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pêk dihat serdana Şengalê kir.   Şandeyek ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Nînovayê ya bi serokatiya Zuhîra El Tabûrî pêk dihat serdana Şengalê kir. Şande ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.   Li gorî agahiyên hatin wergirtin, naveroka civînê "Peymana Şengalê" ya di 9’ê Cotmehê de hatibû îmzekirin, bûyer û qewimînên dawî yên li herêma Şengalê bûne. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.