Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin 2021-05-06 12:16:15   AGIRÎ - Li Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê bi tevlîbûna 2 hezar û 65 eskeran operasyon hatin destpêkirin.   Wezareta Karên Hûndir ragihand ku li Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê bi tevlîbûna 2 hezar û 65 eskeran a bi navê “Eren-15 Çiyayê Agirî-Çemçe-Madûr” operasyon hatin destpêkirin. Beriya ku operasyon dest pê bike, di 1’ê Gulanê de bi tevlîbûna Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû li Agiriyê “Civîna Ewlehiyê” hatibû lidarxistin.