Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê 2021-05-06 11:14:06   ANTALYA - Girtiyê nexweş Devrîm Ayik diyar kir ku wî dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê û got: “Ev rewş veguherî îşkenceyê.”    Devrîm Ayik xebatkarê berê yê Kovara Ozgur Halkê ye û girtiyek nexweş e. Li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H tê ragirtin. Bi telefonê li malbata xwe geriya û li gel wan axivî û behsa binpêkirinên mafan ên tên serê wî kir. Ayik ji malbata xwe re destnîşan kir ku wî di 3’yê gulanê de birine nexweşxaneyê û bi awayek dest kelemçekirî birine. Ayik da zanîn ku heta êvarê destê wî kelemçekirî hatine hiştin û çûnehata wî ya nexweşxaneyê veguheriye îşkenceyê.    NIKARIN HILMÊ BIGIRIN    Ayik anî ziman ku ew niha di odeya karantînayê de tê ragirtin û ew li gel çar hevalê xwe di odeyek biçûk de ne û nikarin hilmê bigirin û bidin. Ayik anî ziman ku wan  xwestiye bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê rêveberiyê daxwaza wan red kiriye û vê yekê bi zanebûn tînin serê wan.    TEDAWIYA BI ÊŞBIRÊ    Ayik diyar kir ku gelek xwarinên ku didin wan şor û bi rûn in û xwarina dixwe jî lê nayên û niha rewşa ew têde ne bêtir perîşan bûne. Ayik anî ziman ku hevalek wan 26 sal in girtî ye rewşa wî xerab bûye û dema vê jî rêveberiya girtîgehê re dibêjin jî tenê êşbirekê didin û dibêjin “bi vê hebê îdare bikin.”    Malbatê destnîşan kir ku dema ew diaxivin têlefon li ser hev qût dibû.    PARÊZER SAGLAM: BINPÊKIRINA MAF E    Parêzerê Ayik, Kasim Saglam jî destnîşan kir ku mafê jiyanê bi ser yasayan û rêziknameyan re ye û bi taybetî piştî hewla 15’ê Tîrmeha 2016’an şûn ve li girtîgehan mafê bingehîn û azadiyan hatiye piştguhkirin. Saglam got derbarê miwekîlê wî de binpêkirinên mafan ên cidî hene û her çiqas ew li dijî rewşê serî li dozgeriyê didin jî lê serlêdana wan tê redkirin. Saglam anî ziman ku nêzîkatiya dewletê ya li hember girtiyên siyasî bi neyînî ye û ferq û meylê dixin nava girtiyan. Saglam da zanîn ku daxwazên girtiyên siyasî bi cih nayên û ev yek jî li dijî Destûra Bingehîn, yasa, mafê bingehîn û azadiyan û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.    ÎHD: TEDAWÎ TÊ ASTENGKIRIN    Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Antalyayê Prof. Dr. Erdal Gilgil jî anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û girtî bi xetereya şewbê re rûbirû mane. Gilgil anî ziman ku divê pirgirêkên girtiyên nexweş demildest were çareserkirin û lazim e birêkûpêk rêgezên mesafe û paqijiyê li ber çavan werin girtin. Gilgil destnîşan kir ku divê Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê tevdîran li girtîgehan bigirin û di pêvajoya pandemiyê de jî girtiyên nexweş serbest werin berdan.    DERBARÊ DOZA AYIK DE    Ayik yek ji girtiyên nexweş ê rewşa wî giran e. Di 2’yê cotmeha 2015’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. 3 sal girtî ma û pişt re hat berdan. Di 12’ê çileya 2021’an de di çarçoveya heman dosyeyê de dîsa hat girtin. Ewilî li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F dihat ragirtin lê di 12’ê nîsanê de wî sewqî Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H kirin.    Nexweşiya Corhn ango nexweşîna roviyan bi Ayik re heye û berê du caran emeliyat bûye û nêzî metreyek roviyên wî hatin jêkirin. Ayik di sala 2006’an de qeza dike û ji ber vê yekê çavê wî yê rastê nabîne û çavê wî yê çepê jî miyop e.    MA / Omer Akin