Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne 2021-05-06 09:14:09 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnanemeger Gulistan Tara, diyar kir ku wê encama operasyona Artêşa Tirk a li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê hevsengiya li herêmê biguherîne.  Operasyona Artêşa Tirk a di 23’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dest pê kir, didome. Hem ji aliyê Tirkiyeyê ve hem jî ji aliyê Iraqê ve derbarê operasyonê de daxuyaniyên cuda tên dayîn. Rayedarên Iraqê li dijî hewldanên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê dertên û Tirkiye jî zehmetiyên ku di operasyonê de dikişîne  tîne ziman.    Parlamenterê Serbixwe yê Iraqê Mensûr Beêcî, rojek berê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonê da û ev tişt got: “Ev xaka ne baxçe û gundê Tirkiyeyê ye. Kîjan dema ku bixwaze nikare baregeh ava bike.” Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî derbarê operasyonê de ev daxuyanî da: “Danîn û rabûna li kaş û çiyayan pir zor e. Helîkopter nikarin tekerên xwe deynin erdê… Mixabin hin welatên ku em wan dost dizanin moşekan dane PKK’ê. Lewre her yek ji van ji bo me tahlûke û xetereyeke mezin e.”    DAXUYANIYÊN AKAR   Rojnameger Gulistan Tara, daxuyaniyên ku derbarê operasyonê de tên dayîn û rewşa dawîn a li herêmê nirxand. Tara, diyar kir ku gelek armancên operasyonê hene û wê operasyon bandor li herêmê bike û û wiha got: “Dema ku mirov li rewşê dinêre zehmet e ku operasyon bigihîje armanca xwe. Piştî Operasyona Garê li bendê bû operasyoneke wiha bê kirin. Lê TSK ne li bendê bû bersiveke wiha jê re were dayîn. Daxuyaniyên Hûlûsî Akar jî nîşaneya vê yekê ne.”   HELWEST PDK Û IRAQÊ   Di berdewamê de Tara destnîşan kir ku operasyon bi erêkirina hêzên navneteweyî û hêzên herêmê dest pê kiriye û bi van gotinan qala helwesta PDK’ê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ya li dijî operasyonê: “Bêdengiya PDK’ê ya li dijî operasyonê ji aliyê gelê herêmê ve tê rexnekirin. Meşrûyeta Hikûmeta Herêmî li ber dilê gel nemaye. Helwesta Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî di heman rewşê de ye. Notaya ku Iraqê da Tirkiyeyê berê jî hatibû ceribandin. Her du rêveberî jî li dijî operasyonan dernakevin.”   HEVPARÊ KONSEPTA ÊRIŞÊ   Tara, bi taybetî li ser helwesta Hikûmeta Navendî ya Iraqê rawestiya û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Hikûmeta Iraqê bûye hevparê vê konsepta êrişê. Hikûmeta Iraqê gelek caran dibêje ku êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Lê ev daxuyanî cihê xwe nabînin û di piştperdeyê de bazarên gemarî kirine.  Mînaka herî şênber a vê yekê nêzikbûna li hemberî Şengalê ye. Lewre Hikûmeta Iraqê bi tena serê xwe nikare bi notayan pêşî li operasyonên Tirkiyeyê bigire. Divê li dijî vê konsepta êrişê li gorî berjewendiyên welat û herêmê tevbigere û gavên şenber û pratîk bavêje.”   ‘WÊ HEVSENGIYAN BIGUHERÎNE’   Di dawiya axaftina xwe de Tara, bal kişand ser bandora HPG’ê ya di operasyonê de û ev tişt got: “Armanca hedefgirtina her sê herêman a Tirkiyeyê, bicihbûna Herêma Kurdistanê, Rojava, şengal, Mûsil û Kerkûkê û pêkanîna xeyalên neo-Osmanî ye. Weke operasyona Garê dê encama vê operasyonê jî hevsengiyên li herêmê biguherîne. Ji ber vê sedemê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî bêdengiya xwe li gorî berjewendiyên gelan bi dawî bikin.”    MA / Ahmet Kanbal