Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin 2021-05-06 09:13:32 AMED – HDP’iyan, di çarçoveya kampanyeya ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermê hatibû dest pê kirin de, li navçeya Rezanê mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin.   Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî hatibû avakirin, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, di 22’yê Sibatê de dest bi kampanya îmzeyê kiribû. Kampanya îmzeyê ya li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê dewam dike, hem bi awayekê fîzîkî û hem jî bi rêya onlînê tê komkirin. Heya niha bi deh hezaran îmze hatine komkirin. Lê ji ber bergiriyên pandemiyê, qedexeya derketina kolanan û operasyonên siyasî bi astengiyan re rûbirû ma.    15 HEZAR ÎMZE    Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo kampanyeya zimanê Kurdî bi awayekê aktîf rola xwe bi cih tînin. HDP’iyên ku ligel hemû astengî, zext û qedexeyan jî vê xebatê birêve dibin, mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin. Di çarçoveya xebatên li navçeya Rezan a Amedê tên birêve birin de heya niha 15 hezar îmze hatine komkirin.    BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN   Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Sumeyye Kîrîcî, derbarê vê xebata xwe de axivî û wiha got: “Me ewil li 110 gundan dest bi vê xebata xwe kir. Dûre li 12 taxên navenda navçeyê me xebata xwe dewam kir. Bi şev û roj me vê xebata xwe berdewam kir. Ligel vê xebatê, di heman demê de me xebatên xwe yên siyasî û rêxistinkirinê jî bi rêve bir. Li gundan me komîsyon ava kirin. Heya niha me 10 hezar îmze teslîm kirine û niha di destê me de 4 hezar îmze hene. Ez û malbata xwe qet ne rawestiyan. Em ketin mal û avahiyan me îmze kom kirin. Li hemû malan me qala îmzeyê kir.”    Kîrîcî, bal kişand ser girîngiya ziman û wiha axivî: “Ji bo ku zimanê me bibe zimanê fermî derî bi derî em geriyan û me qala girîngiya kampanyayê kir. Bertekên welatiyan her daîm erênî bûn. Herî zêde jî dayikan piştgirî dan vê kampanyeya me. Dayikekê me dema kampanya îmze kir rondik ji çavên wê bariyan. Ji me got, ‘Keça min ev zimanê Kurdiye? Dema ku em vê îmze bikin, emê azad bibin? Emê êdî bi awayekê rehet bijîn?’ Hemû malbatên me piştgiriyek mezin dan me.”    ARMANC 100 HEZARE    Kîrîcî, dest nîşan kir ku ew armanca dikin ku li Rezanê 100 hezar îmze kom bikin û wiha bi lêv kir: “Emê vê armanca xwe bi ser bixin. Di hedefa kampanyayê de 1 mîlyon îmze heye. Divê em ne tenê 1 milyonî, bi milyonan îmze bişînin Meclîsê.”   Kîrîcî, banga piştgiriyê li her kesî kir ku kampanyayê îmze bikin.