Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin 2021-05-06 09:10:46 STENBOL - Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû diyar kir ku li cîhanê heger mirov nikaribin wekî mirovan, heywan nikaribin wekî heywanan, nebat nikaribin wekî nebatan, kêzik nikaribin wekî kêzikan û vîrus nikaribin wekî vîrusan bijîn, ev "krîza jiyanê" ye û heya pêşî li ber vê neyê girtin, dê şewb bidomin.  Inyad û hêrsa kapîtalîzmê ya ji bo qezenceke zêde, zirareke mezin dide xwezayê û jiyanê. Ji ber vê texrîbat û rûxandina bêkontrol û mezin, di civakê û xwezayê de guherînên mezin çêdibin. Ji ber vê vîrusên nû belav dibin û dibin bela serê cîhanê.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê berê û Edîtorê Kovara Civakê û Bijîşkan a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, krîza xweza û civakê û encamên wê nirxandin.    SEDEMÊN ŞEWBÊ    Prof. Dr. Hamzaoglû, anî ziman ku di sala 2008'an de piştî Krîza Mortgageyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kapîtalîzma navendî xuyangtir bûye û piştî ku ev krîz û krîza Norwecê bûne yek, li seranserê cîhanê di warê avhewa, zexîre, talankirina xwezayê, çandinî, perwerdehî û tenduristiyê de krîz rû dane. Hamzaoglû, diyar kir ku ev krîz bi awayekî hevwext rû dane û sedema sereke ya pandemiya niha jî ev krîz in. Hamzaoglû, destnîşan kir ku cara ewil e ku ev krîz hemû bi hev re rû dane û sedema vê jî polîtîkayên neolîberal ên 30 salên dawî yên kapîtalîzmê ne. Hamzaoglû, anî ziman ku bi sererastkirinên tên kirin xweza bi awayekî hovane tê texrîbkirin û wekî madeyeke erzan tê bikaranîn. Hamzaoglû got: "Ev yek di sala 2009'an de bi şewba berazan xwe da der. Paşê jî bi pandemiya Covîd-19'ê xwe da der. Sedemên her duyan jî dişibin hev du; a ewil ji ber ku li çewlikên endustriyê beraz wekî berazan nikaribûn bijîn rû dan û ya dudoyan jî, li bajarekî ku bi awayekî hovane ketiye ber çerxa endustriyê, ji ber ku mirov nikaribûn wekî mirovan bijîn rû daye."    ŞEWBA BERAZAN   Hamzaoglû, da zanîn ku beriya pandemiya şewba berazan a di sala 2009'an de belav bûbû, şewbeke bi navê H1N1 hebûye û li berazan peyda bûe û got: "Lê belê ji ber ku li çewlikên endustriyelê şert û mercên jiyanê yên berazan dijwar bûn û ji ber ku li deverine teng bi armancên endustriyekî hatin hilberandin, ev şewb derbasî mirovan bû. Yanî ev şewba ku li berazan peyda bûbû, piştî demekê li mirovên ku di wan şert û mercan de dixebitîn jî peyda bû. Ji vê re 'Zoonoz' tê gotin. Yanî nexweşîna ji heywanan derbasî mirovan dibe. Li vir li gel dijwarbûna şert û emrcên heywanan, şert û mecên mirovên li vir jî dijwar bûne. Ji ber vê ew jî bi wê şewbê ketin. Vê carê jî mirov ji ber hev bi vê şewbê ketin. Paşê ev şewb bû şewbeke ku mirov ji hev pê dikevin. Bi vê mekanîzmayê re pandemiya şewba berazan çêbû."    POLÎTÎKAYÊN NEOLÎBERAL Û SEDEMA ŞEWBAN   Hamzaoglû, da zanîn ku di salên 1970'yî de li DYA'yê nêzî 60 milyon çewlikên berazan hebûne û li her çewlikê 50-60 beraz hatine xwedîkirin. Hamzaoglû got: "Lê belê di salên 70'yî de piştî krîza pergalê û bi polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzmê re, DYA, ev çewlik dan welatên di qada hilberîniyê de paşdemayî. Bi vî awayî şîrketên berazan ên DYA'yê piranî jê li bajarokên Meksîkayê hatin avakirin. Ji lew re li van deran ked erzan bû û ji bo çewlikan tu standardiyek nehatibû diyarkirin. Patron çawa bixwesta wisa dibû. Bi van polîtîkayên neolîberal re, piştî 20 saln li Meksîkayê şewba berazan derket holê."    ÇIMA WUHAN?    Hamzaoglû ji bo bajarê Wuhanê ku cara ewil şew lê peyda bû jî diyar kir ku Wuhan li Çînê bajarê herî mezin ê 7'emîn e û li cîhanê jî bajarê herî mezin ê 42'yemîn e û ji 500 şîrketên mezin ên cîhanê nêzî 230 jê li vir hilberînê dikin. Hamzaoglû, bilêv kir ku li van qadan gelek muafiyetên şîrketan hene û karker jî heftê 6 rojan li fabrîkeyan dimînin. Hamzaoglû, destnîşan kir ku şert û mercên xebatê û jiyanê yên li Wuhanê, dişibin şert û mercên dema şewba berazan a li Meksîkayê û got: "Lêkolînên hatin kirin jî nîşan dan ku Çîn ji destpêka sedsala 21'emîn ve ji bo pêşketina bejahiyê avakirina çewlikên heywanên kûvî teşwîq kiriye. Gelek vîrusên di heywanên kûvî de, ji ber şert û mercên dijwar ên li wir derbasî mirovan bûne. Bi vî awayî eynî wekî çewlikên berazan, li Wuhanê jî rû daye."    DI 10 SALAN DE REWŞA LEZGÎN A 6'EMÎN    Hamzaoglû, bibîr xist ku piştî ku şewba Covîd-19'ê li seranserê cîhanê belav bûye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 30'yê Kanûna 2020'an de "Rewşa lezgîn a tenduristiya giştî ya navneteweyî" ragihandiye, lê dîsa jî welatan pêwendiya xwe bi Wuhanê re qut nekiriye. Hamzaoglû, destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê cara ewil ji ber şewba berazan "Rewşa lezgîn a tenduristiya giştî ya navneteweyî" ragihandiye û got: "Di ser re deh sal derbas bûn. Di vî deh salî de ev rewş 6'an hat ragihandin. Bifikirin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 1948'an de hatiye avakirin, lê rewşa lezgîn a tenduristiya giştî ya navneteweyî cara ewil di sala 2009'an de ragihandiye. Û di 10 salan de jî bi gişî 6 caran ragihandiye. Ji vana yek jê ne têde, ên din hemû ji ber şewbê hatine ragihandin. A rast ev nîşan dide ku di sedsala 21'emîn de vê gerstêrka me bi talûkeyeke çawa mezin re rû bi rû maye."    KRÎZA JIYANÊ    Hamzaoglû, dîmena heyî wekî "krîza jiyanê" bi nav kir û destnîşan kir ku şewba Covîd-19'ê ji ber şert û mercên krîza jiyanê rû daye. Hamzaoglû, "krîza jiyanê" jî wekî "li cîhanê heger mirov nikaribin wekî mirovan, heywan nikaribin wekî heywanan, nebat nikaribin wekî nebatan, kêzik nikaribin wekî kêzikan, vîrus nikaribin wekî virûsan hwd. bijîn" ê "krîza jiyanê" rû bide. Hamzaoglû got: "Bi vî awayî gelek candarên mîkroyî form guherandin, hewl dan li gor şert û mercên jiyana nû-ya neyînî- tevbigerin. Ji ber vê em di 20 salan de bi gelek şewban re rû bi rû man. SARS, MERS, Zîka ji van şewban çend jê ne. Ev hemû ji ber krîza jiyanê rûdan."    KIRDEYA JIYANÊ META YE   Hamzaoglû, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pergala kapîtalîst de kirdeya jiyanê ne mirov e û got: "Ji ber ku kirde ne xweza û mirov e, di vê pandemiyê de jî serdest, patron û îqtidarên piştgiriya wan dikin fikirîn ku heger bazirganiya navneteweyî raweste dê ev dawiya wan be, lewma bênavber çerxa xwe gerandin. Di vê serdemê de nîşaneya herî berbiçav jî li Stenbolê çûnhatina keştiyên bazirganiyê bûn. Hema bibêje hejmara keştiyên beriya şewbê û piştî şewbê eynê ne."    POLÎTÎKAYA AŞIYÊ   Hamzaoglû, bal kişand ser polîtîkayên aşiyê yên Tirkiyeyê jî.   Prof. Hamzaoglû anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkaya aşiyê jî veguheriye "meta"yê. Hamzaoglû da zanîn ku li gor 30'yê Nîsanê li seranserê cîhanê nêzî 280 xebatên aşiyê hene û ji vana 12 jê li mirovan hatine xistin. Hamzaoglû, destnîşan kir ku tu xebateke aşiyê jî bi temamî neqediyaye û got: "Aşiyên çêdikin berpêşî piyaseyê dikin û li gor fiyetê li bazarê diyar dibe difiroşin. Em niha di 5'ê Gulanê de ne û bii dehan welat ji ber ku hê aşî nestandine, dest bi xebatên aşîkirinê nekirine. Lê ji bo yên wekî me ku pereyên wan pir in, lê ji bo tenduristiya giştî nayê bikaranîn û ji ber di nav endamên îqtidarê de tê payêkirin, rewş xedartir e Tikriyeya ku digot ez ê rojê milyonek aşî bikim, niha rojê tenê hezar û 610 dozan dike. Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da, lê wê çend roj bi şûn de ev stok jî biqedin. Em ê li benda yên nû bisekinin. Diviyabû aşiyên du doz tên kirin, du hefteyan carekê bihatan kirin, lê 4 hefteyan carekê tê kirin. Sirf ji bo di tedarikirinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin. Lê niha jî nizanin dê çi bikin. Lê em dibînin. Ne li gor rêzê, pêşî ên nêzî îqtidarê, ên sermayeyê kirin. Ne tenduristkar, pêşî ev kes hatin aşîkirin."    ‘PÊŞÎ LI BER NEYÊ GIRTIN DÊ BIDOME'    Hamzaoglû destnîşan kir ku heger pêşî li ber krîza jiyanê neyê girtin, dê pêvajoyên bi vî rengî bidomin û got: "Tiştek neyê kirin jî potasiyela tefandina wê heye. Heger ji sedî 70'yê nifûsa welat pê bikeve, dê pêşî li ber berbelavbûna wê bê girtin. Ê bi vî awayî bê tefandin. Lê piştî SARS'ê şewba berazan, piştî ya berzan MERS, paşê jî şewbên wekî Covîd-19'ê jî di nav de nêzî 10 şewb di sedsala 21'emîn de asê bûne. Ev nîşan didin ku dê bidomin. Pirsgirêka sereke jî ev e."    MA / Ferhat Çelîk