Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema 2021-05-06 09:08:12 RIHA - Piştî ku Serêkaniya Rojava ket destê komên paramîlîter, Serêkaniya Rihayê jî bû hedefa gule û hawanan. Serlêdanên kesên ku ji ber guleyên hatine avêtin birîndar bûne jî bi hinceta "kiryar nehatiye dîtin" tên redkirin.  Piştî ku di sala 2011'an de şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir, Eniya El Nûsrayê gelek bajar xistin bin kontrola xwe. Yek ji van bajaran jî Serêkaniyê ye. Serêkaniyêya Rojavayê tam li hemberî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yye. Piştî pevçûnên di 17'ê Trmeha 2013'an de bajar ketibû destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Bajar heya sala 2019'an jî di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû ku YPG jî yek ji pêkhateyên wê e. Lê belê di 9'ê Cotmeha 2019'an de bajar careke din bûbû hedefa êrîşan. Rewşa heyî vî aliyê sînor diqilqilîne.   TALÛKEYA LI SÎNOR    Tirkiye û komên paramîlîter ên din bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de kom bûne û girêdayî Tirkiyeyê ne, di dîroka navbirî de di bi navê "Tevgera Kaniya Aştiyê" de êrîş birin ser bajêr. Operasyona navbirî jî bi hinceta "ewleyiya sînor" hat kirin. Piştî şerê bi rojan, bajar ket bin kontrola Tirkiye û komên paramîlîter ên di bin banê wê de. Lê belê, piştî demekê li bajêr di navbera komên ku Tirkiye wan xwedî dike de "şerê xenîmetê" dest pê kir. Ji ber pevçûnên ku îdiaya "ewleyiya sînor" a Tirkiyeyê pûç kirine,heya niha gelek fîşek û hawan li Serêkaniyaya Rihayê ketine.    Ji ber van fîşekên ji wî aliyê sînor hatine, heya niha li Serêkaniyaya Rihayê gelek kes birîndar bûne. Her wiha gelek şêniyên bajêr jî di warê aborî de xisirîne. Zirara aborî ya şêniyan nehatiye dayîn û lêpirsînên derbarê birîndariyê de jî bi biryara "neşopandinê" bi dawî dibin.    Ji kesên birîndar bûne yek jê Seyfettîn Bûlût (51) û yek jê jî M.Y.'yê 12 salî ye.    10 MEH IN GULE DI CANÊ WÎ DE YE    Seyfettîn Bûlût di 30'yê Tîrmeha 2020'an de bi guleyeke di dema pevçûnên li Serêkaniya Rojavayê de birîndar bûye. Bûlût li Taxa Seydo ya Serêkaniyaya Rihayê dimîne. Beriya ku birîndar bibe xurdefiroşî dikir, lê niha nikare karê xwe bike û debara malbata xwe bike.    Bûlûtê birîndar anî ziman ku gava li ber mala xwe xurde difirotin birîndar bûye û wiha behsa wê rojê kir: "Wekî ku kesekî şelmaqek li min xistibû wisa çeng bûm. Lê kes li derdora min tune bû. Min ferq kir ku fîşek li newqa min ketiye. Hema di cî de ketim erdê. Biraziyê min ez rakirim nexweşxaneyê. Emeliyat bûm. Bijîşkan got, dê nikaribin fîşekê derxin. Gotin, heger em derxin dibe ku tu bimirî."    JIYANA WÎ SEROBINO BÛ    Bûlût, diyar kir ku ji ber ku derfeta wî tune y nikare tedawî bibe û tevî fîşeka di canê xwe de dijî. Bûlût, anî ziman ku rayedareî jî li halê wî nepirsiye û wiha got: "Kî ew fîşek teqand?" Bûlût, bilêv kir ku hê jî kesî bersiva vê pirsa wî nedaye û xwest kesên wî birîndar kirine bên dîtin.    Bûlût, destnîşan kir ku ji ber fîşeka di newqa wî de nikare bixebite û ji ber vê derûniya wî xera bûye. Bûlût bi vî awayî weziyeta xwe ya niha kir: "Te dît ji nişka ve digirîm. Bîrkorî dibim. Awayê min ê axafftinê guheriye. Dengê min nemaye. Taqet di min de nemaye. Nikarim doza heqê xwe jî bikim. Kurê min bi kar û barê dozê re eleqedar dibe."    DOZA HEQÊ XWE KIRINE, LÊ...   Kur Îzettîn Bûlût jî bertek nîşan da ji ber neaşkerekirina kesên ku bûne sedema birîndarkirina bavê wî û nerazîbûna xwe bi vî awayî bilêv kir: "Ma dijminê me heye ku bi qansê êrîşê bîne ser me? Gotin, ji Sûriyeyê hatiye. Polîsan ji me re got, 'Hûn gilî bikin jî tiştek jê dernayê. Li wir meseleya terorê heye. Li wir eskerên tirk hene. Heger li wir YPG hebûna, dê bavê te bûbûna gazî. Lê ji ber ku ew ne li wir in, hûn nikarin doza heqekî jî bikin.' Gelo qey ê berdaye eskerê tirk e?"    ÎFADEYA BIRÎNDAR NEGIRTIN    Îzettîn Bûlût, bibîr xist ku gava YPG li wir bûye tu pevçûn çênebûne û got: "Vê dawiyê gelek kes birîndar dibin. Berê jî çend kesan jiyana xwe ji dest dabû. Em tim li ser banê xwe guleyan dibînin. Îfadeya bavê min jî negirtin. Tenê roja bûyerê hatin, zabitnameyek çêkirin û çûn. Min gilî kir. Gotin, 'Em ê werin aliyê we bikin.' Lê bi tu awayî aliyê me nekirin. Gule di navbera qelb û reha sereke de ye. Ji ber vê em nikarin emeliyat jî bikin. Bi tu awayî aliyê me nekirin."    GAVA JI XWE RE DILÎST GULE LÊ KET    M.Y.'yê 12 salî jî bûye hedefa guleyên pevçûna 12'ê Mijdara 2020'î.    Bavê wî Kadrî Y. jî anî ziman ku roja bûyerê gelek fîşek li mala wan a Serêkaniyê ketine. Bav Kadrî Y., diyar kir ku gava kurê wî li hewşê ji xwe re dilîst fîşek li newqa wî ketiye û ketiye erdê. Kadrî Y. got: "Kurê min bi xedarî birîndar bû. Fîşek li devereke nêzî gurçika wî ketiye. Du rojan di beşa awarte de ma. Roja sisêyan wî anîn serwîsê. Tabûrcî bû. Piştî vê bûyerê kurê min hem di warê fizîkî de hem jî di warê derûnî de qet nebaş e."   Bav Kadrî Y. ku got "Dixwazim zanibim bê guleya li kurê wî ketiye ji ku hatiye" got: "Kurê min wekî ku qet derb nexwaribe tevdigere. Doza edaletê dikim. Em mexdûr bûne."    Parêzer Ûgûr Kahraman ku parêzerê her du kesên birîndar e, da zanîn ku lêpirsîna muwekîlê wî Seyfettîn Bûlût bi biryara "neşopandinê" bi dawî bûye. Parêzer Kahraman anî ziman ku "Gule ji Sûriyeyê hatiye, nikarin li wir lêpirsînê bikin û dê kiryar neyên zevtkirin" wekî hincet hatiye nîşandan.    GILIYÊ WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ KIRIN    Kahraman, destnîşan kir ku ji bo muwekîlê xwe Bûlût doza tazmînatê li Wezareta Karên Navxweyî kirine, ji lew re di vê bûyerê de ya biqisûr dewlet e. Parêzer Kahraman got: "Pevçûnên li wir, li vê derê di warê aborî û manewî de bûne sedema hin texrîbatan. Hem di hiqûqa navxweyî hem jî di hiqûqa navneteweyî de peywira dewletê parastina mafê jiyanê ya welatiyên xwe ye. Tê zanîn gava guleyên ji wî aliyê sînor bên vê derê dê mirovan birîndar bikin an jî bikujin."    Kahraman, diyar kir ku ji bo muwekîlê xwe doza rapora mexdûriyetê kirine, lê belê hê jî nexweşxane rapor nedaye wan û sewqa wî ya nexweşxaneyê nehatiye kirin. Kahraman, bilêv kir ku muwekîlê wî bi vî awayî cara dudoyan mexdûr bûye.    DERÛNIYA MUWEKÎLÊ WÎ NEBAŞ E    Kahraman, anî ziman ku dê ji bo muwekîlê xwe yê din jî doza darazê bide destpêkirin û got: "Derûniya muwekîlê min nebaş e. Dosye li dozgeriyê ye. Lêpirsîn didome. Dosyeyên bi vî rengî bi piranî bi hinceta kiryar nayê dîtin, bi biryara neşopandinê bi dawî dibin. Lewma tenê hêla wê ya tazmînatê dimîne."    DENGÊ ÇEKAN ZÊDE BÛYE    Parêzer Ûgûr Kahraman di dawiya axaftina xwe diyar kir ku di navbera Serêkaniyaya Rihayê û Serêkaniyaya Rojavayê de tenê têl hene û her du ent hema bibêje bi hev ve ne. Kahraman got: "Her cara ku Serêkaniyê dikeve destên hin kesên din, pevçûn dest pê dikin û herî kêm 20 rojan dewam dikin. Ne şaş bim, bû çcara çaran diguhere û kontrol dikeve destên hin kesan. Herî dawî di sala 2019'an de guherî. Beriya wê QSD hebû. Tirkiye bi cih bû. Niha bajêr di destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de ye. Dengê çekan pir zêde tê. Ev yek bandorê li mirovan dike. Di warê aborî û manewî de bandoreke nebaş li mirovan dike."    MA / Bariş Polat