Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle 2021-05-06 09:08:10 WAN - Parêzerê doza facîaya keştiya li Wanê noqî avê bû Mahmut Kaçan, anî ziman ku ji ber kes eleqeyê nîşanî doza facîayê nade, talûkeya ku bersûc bê ceza bibînin heye.  Li Gola Wanê di 27'ê Hezîrana 2020'an de keştî noqî avê bûbû. Di bûyerê de 2 jê zarok 61 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn. Tekildarî bûyerê der barê 6 jê girtî 12 kesan de doz hatibû vekirin. 2'emîn danişîna dozê di 3'ê Gulanê de li 7'emin Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Bersûc Ç., Mehmet A, Serdar O, Serkan O, û Soner K, bi sucdariya "Qaçakvaniya bi hêz a koçberan kiriye" û "Bi zanebûn bûye sedema kuştina gelek kesan" hatin darizandin. Dadgehê der barê bersûc Burhan Ç., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K. de biryara berdanê da. Pişti danişinê tenê bersûcek girtî ma.    Parêzerê malbatê û Serokê Komîsyona Penaber û Koçberan a Baroya Wanê Mahmut Kaçan, anî ziman ku ji ber eleqeya li dijî dozê kêm e bersûc nayên cezakirin. Kaçan, anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê pêş dixin û wiha got: "Li Navçeya Elcewaz a Bedlisê di sala 2019'an de dîsa facîaya keştiyê pêk hat. Dîsa 7 penaber di avê de fetisîn. Lê der barê bûyerê de tu kes nehatin girtin. Ev bandora xwe li ser berdana van kesan jî dike. Di facîaya dawî de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di ser bûyerê re 10 meh borîn. Hêj 10 meh derbas nebûn kesên girtî hatin berdan. Ev nîşan dide ku dê dadgeh biryarek çawa der barê wan de bide. Ev nîşana polîtîkayên bêcezahiştinê ye."    Kaçan, destnîşan kir ku bûyer ji aliyê "Şebekeyek bi hêz û organize" pêk hatiye û wiha got: "Der barê bûyerê de lêpirsînek baş nayê meşandin. Piştî kesên girtî hatin berdan, em bi fikar in ku der barê gelek bersûcan de biryara beraetê bidin. Ji bo em vê yekê bibînin ne hewce ye em seyît û alim bin. Dîsa bêeleqeya li dijî bûyerê zêde ye. Ji ber bêeleqebûn zêde ye, dibe sedem ku bersûc bê ceza bên hiştin. Piştî bûyer ji rojeva cemaweriyê derket, ji rojeva rayedarên darazê jî derket. Ser bûyerê girtin. Piştî bandora bûyerê sar bû, xebatên darizandinê bi dawî kirin. Ji ber vê yekê eleqeya raya giştî li ser van dozan pir girîn e."    CENAZEYÊN BÊ NASNAME   Kaçan, bibîr xist ku kesên di keştiyê de noqî avê bûn gelek jê nasnameyên wan hêj nehatin dîtin û wiha bi dawî kir: "Penaber wekî 'Ên din' tên dîtin. Gelek kesên jiyana xwe ji dest dan malbat û nasnameyên wan nehatin tespîtkirin. Em dibînin ku ev kesana bêkes hatine hiştin. Li dijî vê yekê têkoşîna me parêzeran dê bidome. Divê cemawerî jî li van dozan xwedî derkevin. Heta ku cemawerî lê xwedî dernekeve ev bûyer bê ceza tên hiştin. Ev rastiyek e. Em hevî dikin ku cemawerî li vê dozê xwedî derkeve."    MA / Dîndar Karataş