‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe' 2021-05-06 09:08:09 WAN - Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Wanê diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe, civak aram nabe û xwest demildest tecrîd bi dawî bibe.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'e Sibata 1999'an heta niha 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Mafê Ocalan ê ziyareta parêzer, malbatan ji destê wî hatiye girtin. Dîsa mafê Ocalan ê name, faks, telefon û ragihandinê ji destê wî hatiye girtin. Ocalan bi tu awayî nikare bi rêk û pêk bi derve re bide û bistîne. Li aliyê din bi armanca tecrîd bi dawî bibe girtiyên PKK û PAJK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'an heta niha bi awayekî dorveger û bêdem ketine greva birçîbûnê. Çalakiya girtiyan a greva birçîbunê di roja 161'an de berdewam dike.    Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê Handan Karakoyun û Fikret Dogan, têkildarî tecrîdê nirxandin kirin. Hevserokan anîn ziman ku ji bo civak aram bibe û bêhnê bistîne divê tecrîd bi dawî bibe.    ÊDÎ CIVAK NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE   Karakoyûn, anî ziman ku 22 salin tecrîd didome û wiha got: "Tecrîd li dijî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan ên gerdûnî ye. Heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, civak aram nabe û nikare bêhnê bistîne. Di sala 2013'an li ser banga Birêz Ocalan pêvajoya dialogê dest pê kir.  Bi vê yekê re aramî pêş ket û civakê bêhn stend. Divê tecrîdkirina Ocalan bi her awayî bê nirxandin. Li Tirkiye li her qadê û bi her awayî xetimandinek heye. Sedema vê yekê polîtîkaya tecrîdê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Heta ku li Tirkiyeyê tecrîd hebe, gelên Tirkiyeyê dê nikaribin nefesê bistînin. Ji bo em disa li pêvajoya aramiyê vegerin divê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe."    'TECRÎD LI SER HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ BELAV BÛYE'    Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Fîkret Dogan jî anî ziman ku îro tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye û wiha got: "Îro tecrîd tenê li Îmraliyê tune ye. Tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye. Bi pêvajoya şewba vîrûsê tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bû. Hem di qada civakî û hem jî di qada aborî de bandorê li ser civakê dike. Ev jî nîşan dide ku hikûmet xetimî ye. Îro îqtîdar bi tu awayî nikare bibe bersîva daxwazên civakê. Di şer û tecrîdê de israr dike."    'DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN PÊŞ BIKEVE'    Dogan, anî ziman ku îro şer berdewamiya polîtikayên şer in û wiha bi dawî kir: "Heta niha çiqas şer pêş ketin, hemû bi aştiyê bi encam bûn. Ji bo dîsa aştî pêş bikeve aktorê herî girîng û sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Wekî partî û gel, heta tecrîd bişkê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Êdî tu bersîva ku îqtîdar bide civakê tune. Ew hebûna xwe li ser polîtîkayên şer pêş dixe. Dema deriyê Îmraliyê vedibe aştî û aramî pêş dikeve. Em bawer dikin du dîsa dê bi vekirina deriyê Îmraliyê aştî pêş bikeve."