Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin 2021-05-05 12:24:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên Tirkiyê gundê Kestê ya bi ser Amêdiyê ve bombebaran kirin.      Di 23'ê nîsanê de ji hêla Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ve li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser sînorên Herêma Federe ya Kurdistanê ve operasyon hatibû destpêkirin. Li gel destpêkirina operasyonan li herêmê şerên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê; balafirên Tirkiyê derdora gundê Kestê ya bi ser Amêdiyê ve bombebaran kirin. Şêniyên gund jî bertek nîşanî bombebaranê dane.    Hat zanîn ku bombebaran duh bi şev pêk hatiye û ziyanek mezin daye rez û baxçeyên xelkê gund. Xelkê jî, nerazîbûn nîşan dane û dixwazin ku li dijî van êrişan helwest were nîşandan.