Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere 2021-05-05 11:20:03 ENQERE - Endama Konseya Rêveberiya KNK'ê Nulifêr Koç, diyar kir ku TSK di şerê Garê de têk çû û wiha got: “TSK pişti di şerê Garê de têk çû, di şerê Metîna, Avaşîn û Zapê de jî têk biçe dê teqez dewlet siyaseta xwe biguhere."  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokê DYA Jeo Bîden û Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan de, di 23'ê Nîsanê li dijî herêma Metîna, Zap û Avaşîn operasyona eskerî da destpêkirin. Operasyona eskerî ku ji 23'ê Nîsanê de ji hewayî û bejayî dest pê kir,  12 roj derbas kir û ket roja 13'an. Her çend rayedarênn Tirkiyeyê diyar bikin ku operasyon li dijî PKK'ê ye jî aktîvîst, siyasetmedar û rewşenbirên Kurd diyar dikin ku operasyon li djiî nirx û destkeftiyên Kurdan, li dijî axa Kurdistanê ye. Rewşenbir û nûnerên rêxistinên Kurdan diyar dikin ku bi vê operasyonê DYA dixwaze projeya xwe ya li Rojhilata Navîn mayinde bike. Endama Konseya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç, bal kişand ser armanc û encama van operasyonên TSK'ê yên li dijî axa Kurdan.    Koç, anî ziman ku Serokê DYA'yê Joe Biden, di 23'ê Nîsanê de bi Serokê AKP'î Erdogan re hevdîtin kir û wiha got: "Piştî vê axaftinê Sefaretxaneya DYA, li ser hesabê medya civakî aşkere kir ku ji bo serê Rêveberên PKK'ê Murat Karayılan, Cemîl Bayık û Duran Kalkan xelat danîne. Piştî vê parvekirinê DYA û hikûmeta Tirkiyeyê li dijî tevgera azadiya Kurd dest bi operasyona eskerî kirin. DYA û Tirkiye PKK'ê li pêş dagirkirina Başûrê Kurdistanê wekî astengiyek pir mezin dibînin. Eger ku heta niha nekarîbûn Başûrê Kurdistanê dagir bikin, bi saya têkoşîn û berxwedana PKK'ê û gerîlla ye. Ji operasyona li dijî herêma Zînî Wertê heta Garê û heta operasyona niha ya Metîna Zap û Avaşînê hewl didin ku herêmê dagir bikin. Lê îro li Metîna Avaşîn û Zapê dîsa gerîlla û gel li ber xwe dide."    'DYA NIKARE AZAD LI BARAGEHÊ BEXDÊ TEV BIGERE'     Koç, xwest hesabê DYA yê li vê herêmê baş analîz bikin û wiha axivîe: "Biden piştî hilbijartinê Rojhilata Navîn wekî nokteya stratejîk diyar kir. Di 30 salên dawî de Kurdistanê wekî navenda dîzaynkirina Rojhilata Navîn dibîne. Daxuyaniyên NATO yên der barê Rojhilata Navîn de ve rastiyê tînin ziman. DYA bi tena serê xwe nikare projeya xwe têxe meriyetê. Ji ber vê yekê bi mutefîkên NATO re dikeve nava hevkariyê. Bi taybetî piştî Generalê Îranî Kasim Suleymani ji aliyê DYA ve hat kuştin, DYA êdi nikare li baragehên xwe yên Bexdayê azad tev bigere.    DYA li aliyeki dixwaze Rûsya asê bike, li aliye din dixwaze Îran rawestîne û li Iraq û Sûriye serwer bibe. Di zîrveya 15'ê Adarê ya NATO de Wezîrê Karên Derve yê DYA got ‘Tirkiye dilê NATO ye.' Ji bo xwe wekî mutefîkê herî girîng dibîne. Di guhertina Rojhilata Navîn de NATO dixwaze Tirkiye bêtir bi hêz bike. Ji bo vê yekê li dijî Kurdan tawîzan dide Tirkiyeyê. Daxwazên Tirkiye yên li dijî destkeftiyên Kurdan qebûl dike. Ji ber vê yekê DYA destûr da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan. Li ser daxwaza Tirkiyeyê di navbera PDK û Hikumeta Navîn da Iraqê de "Peymana Şengalê" îmze kirin. Xwestin Arteşa Iraqê hêza xwe têxin Şengalê. Dîsa xwestin Rejîma Şamê hêza xwe têxe Qamişloyê. Operasyona TSK'ê ya piştî axaftina Bîden û Erdogan bi vê ve girêdayi ye."    'KURDISTAN NAVENDA STRATEJIYA ROJHILATA NAVÎN E'    Koç, bal kişand ser rola Kurdistanê ya ji bo Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: "Kurdistan navenda stratejiya Rojhilata Navin e. Ev cîhana Eraban jî eleqeder dike. Dîsa faktora Îranê heye. Di şerê li Rojava de 74 dewlet tev li Koalisyona Navneteweyî bûn. 74 dewlet dixwazin tev li modela kurdan bibin. Kurd di çareseriyê de dixwazin gelan tev lê bikin."    EM KURD DI ALIYÊ SIYASÎ Û CIVAKÎ DE BIBIN YEK Û LI BER XWE BIDIN DÊ TABLOYA HEVSENGIYÊ BIGUHERE   Koç, bal kişand ser nêzîkatiya DYA ya li Rojava ku bi awayekî taktikî nêzî hevkariyê dibe û wiha berdewam kir: "DYA dixwaze bi destê Tirkan, Kurdan lawaz bike. Ji ber vê yekê eger em di aliyê siyasî û civakî de bibin yek û bi hevre têbikoşin em ê karibin hevsengî û tabloyê biguherînin. Di şerê cîhanê yê yekemîn u duyemîn de Kurd perçe kirin. Bi Peymana Lozanê nasnameya Kurdan înkar kirin. Di 40 salên dawî de ji ber Brêz Abdullah Ocalan rast analîz dike bû sedem ku Kurd li Rojhilata Navîn bên nasîn û bibin aktorek girîng. Niha NATO dixwaze Rojhihata Navîn ji nûve dizayn bike. Ji ber vê yekê dixwaze li dijî gerîlla û Kurdan şer bike. Gerîlla û Kurdan li dijî vê projeya xwe asteng dibîne.    'HIŞÊ KOMPLOYA LI DIJÎ PÊŞENGAN DIDOME'    Nilûfer Koç, bal kişand ser peyama Sefîrê DYA yê Enqereyê ya der barê Cemil Bayık, Murat Karayılan û Duran Kalkan de û wiha got: "Sefîrê DYA, di peyama xwe got 'Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan an serê wan ji mere bînin an jî bi saxî teslîmî me bikin.' Ku bê bîra we dema li dijî Garê operasyon dan destpêkirin Serokê AKP'î û Serokomar Erdogan gotibû heta 15'ê Sibatê em ê surprîzekê çêkin. Ji ber vê yekê dixwaze kesên pêşenga siyaseta Kurd ji holê rakin. Bi vê yekê dixwazin tevgera Kurdan bişkînin. Dema Rêbertî dîl girtin ji ev yek armanc kiribûn. Lê Brêz Abdullah Ocalan, li ruxmê 21 salin di tecrîda giran de ye jî dîsa çareserî pêş xist û paradîgmaya çareseriyê ava kir. Çar aliyê cîhanê pêşniyarê Birêz Abdullah Ocalan esas digire."    'ŞARÊ HERÊMÊ DÊ QEDERA KURDAN DIYAR BIKE'    Endama Konseya Navendî ya KNK'ê Nilûfer Koç, bal kişand ser şer û operasyona TSK'ê ya li herêmê jî û wiha pêde çû: "Şerê TSK'ê yê niha li Avaşîn Metîna û Zapê didome, dê qedera Kurdan diyar bike. Dewleta Tirkiyeyê di vî şerî de piştgiriyek pir mezin ji hêzên derve stendiye. Eger Tirkiye piştgiriyek mezin ne girtibûya, Wezîr Suleyman Soylu nedigot 'Em ê li Metîna baragehê ava bikin'. Aşkere dibêje 'Ez ê wir dagir bikim' Diçe li welatekî din hebûna wî miletî û neteweyî înkar dike dagir dike. Xuya ye ku Tirkiye destûr ji NATO girtiye. Balkêş e biryar beriya salvegera 24'ê Nîsanê roja komkujiya Ermeniyan de hatiye girtin. Dixwazin Kurdan li dijî hevsengiya herêmê bihêlin.    'PDK'Ê HER TIM XWE SPART HÊZÊN DERVE'    Koç, helwesta PDK'ê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Ji roja PDK hatiye avakirin heta niha her dim pişta xwe da hêzên derve. Her tim xwe spart hêzên derve û xwe ji gel û civaka xwe dûr xist."  Koç, bal kişand ser rola gerîlla ya ji bo PDK'ê û wiha got: "Eger gerîlla li Zap, Metîna û Avaşînê bi ser nekeve, dê Tirkiye PDK'ê ji holê rake. Niha Erdogan dibêje 'Me şaşî kir'. Dixwaze şaşiyên xwe rast bike. Em li rastiyê binerin, gerilla di heman demê de PDK'ê jî diparêze."     'EZ BAWER NAKIM TIRKIYE DI ŞER DE BI SER BIKEVE'    Koç, herî dawî destnîşan kir ku ew bawer nake Tirkiye di vî şerî de bi ser bikeve û wiha axivî: "Ez bawer nakim Tirkiye li Zap Avaşin û Metîna bi ser bikeve. Ji ber ku Tirkiye li Garê têk çû. Kurd bi serkeftinê ketin şer. Kurd piştî serkeftina Garê li Metîna, Zap û Avaşinê li ber xwe didin. Daxuyaniya Wezîr Suleyman Soylu û wezîr Hulusi Akar hêza gerîlla ya li herêmê nîşan dide. Tirkiye tu carî polîtîkayên xwe naguherîne. Dê têkoşînna Kurdan û tifaqa Kurdan a siyasî û civakî siyaset û polîtîkaya Tirkiye biguherîne. Em di aliyê polîtîka, diplomasî û şer de xwedî hêz inn. Divê Kurd di ferqa hêzea xwe de bin. Dive em vê meseleyê tenê ji berxwedana gerîlla re nehêlin. Dive bi qasî şer di qada siyasî, diplomasî û civakî de jî em li ber xwe bidin.   Tirkiye li Garê têk çû. Eger Kurd heta dawiya salê di qada siyasî, eskerî û civakî de bibin yek û li ber xwe bidin, dê hevsengiya siyaseta Tirkiyeyê biguherîin û dê Kurd destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Ku Kurd di vi şerî de jî bi ser bikevin, PDK û Tirkiye dê neçar bimine ku rejîm û siyaseta xwe biguherîne."   MA / Selman Guzelyuz