‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê' 2021-05-05 09:00:59 WAN - Endamê TÛHAY-DER'a Wanê Kenan Kara û xizma girtî Anargul Albak, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan destnîşan kirin ku divê civak li ber binpêkirinên mafan rabe.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'î ve didomin. Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) a Wanê Kenan Kara û Anargul Albak ku hevjînê wê Cevdet Albak 3 sal in girtiye, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê axivîn.    BERTEKEKE XURT DIVÊ   Kara, anî ziman ku dengê girtiyan baş nayê bihîstin û armanca wan dengê girtiyan ragihînin. Kara, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de pêwendîdanîna bi girtiyan dijwar bûye û got: "Em an pêwendiyê bi malbatan an jî bi parêzeran re datînin û bi vî awayî hay ji rewşa girtiyan çêdibin. Serlêdanên me yên ji bbo hevdîtinê tên redkirin. Lewma em nikarin hevdîtinê bi girtiyan re çêbikin. Haya me ji îşkence û tahdeya li girtîgehan heye. Heger li dijî vê bertekekek xurt çênebe, ê binpêkirinên mafan dewam bikin. Me mînaka vê di sala 2018'an de di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê de dît."    ‘TECRÎD BANDORÊ LI CIVAKÊ DIKE'    Kara, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê niha bandorê li tevahiya civakê kiriye û got: "Binpêkirinên mafan û tecrîda li Îmraliyê bandoreke mezin li mirovan dike. Lewma divê civak li ber van binpêkirinên mafan rabe."    ‘EM BIBIN DENGÊ WAN'    Kara, da zanîn ku komeleya wan tim pêwendiyê bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û malbatên girtiyan û parêzerên wan re datîne. Kara, diyar kir ku bi awayekî fermî serî li saziyên eleqedar re danîne, lê belê bi hinceta pandemiyê pêşî li ber xebatên wan hatiye girtin. Kara got: "Lê dîsa jî em ê xebatên xwe bidomînin. Û divê her kes jî bibe dengê girtiyan."    ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN'    Anargul Albak ku hevjînê wê Cevdet Albak 3 sal in di Girtîgeha Wanê de ye, anî ziman ku hevjînê wê di sala 2018'an de 90 rojî di greva birçîbûnê de maye û piştî çalakiyê nexweşîna tansiyonê li hevjînê wê peyda bûye. Albak, diyar kir ku piştgiriya malbatan tenê têr nake û got: "Heya tecrîd hebe dê çalakiyên greva birçîbûnê jî bidomin. Em dixwazin polîtîkayên tahdeyê û tecrîd bi dawî bibin."