Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-04 21:23:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 336 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 28 hezar û 997 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 336 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 28 hezar û 997 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 41 hezar û 527 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 929 hezar û 118.