Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik 2021-05-04 12:50:49 RIHA - 5 zilamên ku li beşa Zanînkirariyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan de dixebitin, bi jina ker fihûş dan kirin. Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.    Zilamên bi navê C.Î., A.Ç, N.A., F.R. û K.Ç. ên temenê wan di nava 30 û 40’î de ku li beşa Zanînkirariyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan dixebitin, bi jina ker fihûş dan kirin. Personel û 4 kesên pê re ku agahiyên ragihandinê yên jina weke nexweş qeyda xwe çêkir, bi hevalên xwe yên mesaiyê re parvekirin, jina ker bi awayekî sîstematîk û bi darê zorê fihûş pê dan kirin.    Bûyer, piştî ku di 12’ê nîsanê de di nava personelên hin polîklînîk ji bo fihûşê bikardianîn de niqaş derket, derket holê.    RÊVEBERÎ KETIYE PEY BÛYERÊ Û GIRTINÊ    Li gorî agahiyên ku ji personelên nexweşxaneyê hatin bidestxistin, piştî ku bûyer derket holê rêveberiya nexweşxaneyê ewil got ji personelan C.Î., A.Ç. û N.A. bi destûr in, li gel bertekan pişt re ragihan ku derbarê C.Î., A.Ç. û N.A. de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat îdiakirin ku rêveberiya nexweşxaneyê kesên ku tevlî bûyera fihûşê bûne diparêze û xwestine C.Î., A.Ç. û N.A. li Nexweşxaneya Tenduristiya Diran û Dev a Karakopruyê peywîrdar bikin.    Li Rihayê di nava salekê de bûyerên tundiya zayendî ku personelên nexweşxaneyê tevlîbûne zêde dibin. Par keçek û dayika wê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubiyeyê dihatin dermankirin rastî êrîşa zayendî ya 2 peywîrdarên ewlehiyê hatibûn û piştî ku bûyer hat bihîstin, her du kes li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan hatibûn peywîrdarkirin.    ‘EM NIKARIN AGAHIYÊ PARVE BIKIN’   Personelê serbijîşktiya nexweşxaneyê ku me xwe gihandê diyar kir ku têkildarî bûyerê Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr lêpirsîn daye destpêkirin, nikare agahiyê parve bike û arasteyî Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar kir. Rayedarê Miduriyeta Tenduristiyê yê Bajar jî diyar kir ku lêpirsîn didome û nikare bi çapemeniyê re agahiyan parve bike. Rayedarê ku lêpirsîn piştrast kir, agahiya di encama lêpirsînê de kes haitye dûr xistin an na parve nekir. Rayedar, ragihand ku piştî lêpirsîn bi encam bû wê Miduriyeta Tenduristiya Bajêr daxuyaniyê bide.   MA / Emrûllah Acar