ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn 2021-05-04 12:47:39   ENQERE – ÎHD, bang kir ku qetilkirina û sirgûnkirina bi hezaran mirovan a li Dersimê ku bi awayekî sistematik pêk hatibû weke “qirkirin” bê nasîn.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi munasebeta salvegera Komkujiya Dersimê daxuyaniyeke nivîskî da. Komeleyê, di daxuyaniya xwe destnîşankirin ku di navbera salên 1937 û 1938’an de bi deh hezaran elewiyên kurd hatine qetilkirin û sirgûnkirin û erdnîgariya Dersimê ji mirovan hatiye xalîjirin. Di berdewamê de komeleyê, xwest ku sirgûnkirin û qetilkirina sistematik a li Dersimê hatiye kirin weke “qirkirin” bê nasîn û ji bo vê Komîsyona Heqîqetê ya ji bo Dersimê bê avakirin. Her wiha komeleyê xwest ku navê Dersimê lê bê vegerandin, aqûbeta zarokên keç bê aşkerakirin û cihê goristana Seyîd Riza û hevalên wî bê aşkerakirin.