Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir 2021-05-04 10:50:05   ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê Hulusî Şahîn li gel qedexeya derketina derve jî ji bo meha Remezanê “şahiyan” li dar dixe û ji bo van şahiyan jî 500 hezar lîre daye îhaleyê.    Îhaleyên bêmetod ên ku ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Êlihê Hulusî Şahîn ve pêk tên di rojevê de cihê xwe digire. Çend roj berê qeyûm Şahîn ji bo pesnê xwe û qeyûmtiya xwe bide 825 hezar lîre li ser vîdeoyên spotên reklamê xerc kiribû. Van reklaman jî bi televîzyonên alîgir jî nûçe dabû çêkirin. Niha jî qeyûm ji bo “Şahiyên Remezanê” bi sed hezaran lîre pere xerc kiriye. Tevî qedexeya derketina derve ya ji bo pêşîlêgirtina koronayê jî, di bin navê “Şahiyên Remezanê” de ji qaseya şaredariyê 500 lîre pere hat xerckirin.    Îhaleya ji bo van şahiyan di 25’ê adarê de encam da û vê îhaleyê dan şîrketa bi navê Organîzasyona Gapê. Ji bo îhaleyê 500 hezar lîre hat dayîn.    Derbarê naveroka şahiyan de agahî nehatin bidestxistin.    BI RÊBAZA BAZARIYÊ ÎHALE    Şaredariyê di 24’ê adarê de jî îhaleya “Xizmeta boyaxa wêneyên 20 heb bo kolon û 2 hebê mezin jî ji bo dîwar” li dar xist û tenê du kes beşdarî îhaleyê bûn. Ji bo vê îhaleyê 155 hezar û 200 lîre teklîf dane. Ev teklîf ji aliyê Mekan Goruk ve hat wergirtin. Îhaleya bi rêbaza bazariyê kirine di 26’ê adarê de wek peyman hatiye îmzekirin.    ÎHALE DAN KESÊ AKP’YΠ   Mekan Goruk ê di îhaleyê de bi ser ket di hilbijartina giştî ya sala 2018’an de bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’a Êlihê bû.