Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan 2021-05-04 09:00:38 RIHA - Li naveya Eyyubiyeyê ji ber tesîsa bermayiyan ya li nav taxê hatiye çêkirin, şêniyên taxê ji ber bêhna tesîsê hew îdare dikin.  Li Taxa Asya ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê tesîsa bermayiyan a şîrketeke xisûsî, şêniyên taxê nerihet dike. Ji ber bêhna genî ya ji tesîsê belav dibe şêniyên taxê hew îdare dikin. Çendî ku şêniyên taxê li ber rabûne jî, rayedarên şîrketê tiştekî nakin. Şêniyên taxê herî dawî li CÎMER'ê giliyê fîrmayê kirine û piştî vê şîrketê gotiye "em ê pirsgirêkê çareser bikin", lê belê heya niha hîn jî ji bo çareserkirina pirsgirêka navbirî tiştekî nehatiye kirin.    Ji ber bêhna ji tesîsa bermayiyê tê Partiya Gelecekê ya Eyyubiyeyê kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin. Di hefteyekê de 4 hezar îmze hatine berhevkirin.    Serokê Partiya Gelecekê yê Eyyubiyeyê Mahmût Demîr, diyar kir ku bêhan tesîsa bermayiyê herî zêde bandorê li şêniyên taxa Yenîce, Ruha, Eyyup û Asyayê dike. Demîr, destnîşan kir ku ji ber ku bi salan e pirsgirêka navbirî nehatiye çareserkirin kampanyay îmzeyan dane destpêkirin û di hefteyekê de 4 hezar îmze berhev kirin û armanca wan 25 hezar îmze ne. Demîr, anî ziman ku çareserkirina pirsgirêê pir hêsan e û got: "Em ê van îmzeyan tevî rêya çareseriyê berpêşî şaredariy Eyyubiye û şaredariya bajarê mezin bikin. Heger çareyek neyê peydakirin, em ê serî li Wezareta Hawirodor û Bajarvaniyê bidin. Derdê rayedaran ne çareserkirin vê pirsgirêkê ye. Parfumên tankî hene. Şaredariyên Edene û Mereşê ev yek xistin dewrê û bi awayekî çalak didomin. Bi vê pergalê dikarin di di demeke kurt de pirsgirêkê çareser bikin. Maliyeta wê jî ne zêde ye. Me hevdîtin bi fîrmayê re kir. Maliyeta wê nêzî 200 hezar TL ye. Piştî vê jî barkirina vê tesîsê ye. Ma qey dixwazin mirovan bi vê bêhnê terbiye bikin?"    'ZILM E'   Demîr, destnîşan kir ku gelek caran çûne cem Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul û Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Kûş û got: "Heya neyê çareserkirin em ê bitêkoşin. Şaredariyê vê derê bi îhaleyê daye şîrketekê. LÊ mesele ne şîrket e. Li holê neçareseriyek heye. We daye şîrketê, dibe ku di warê aborî û teknîkî de pirsgirêk hebin, lê berpirsiyarî a we ye."    Demîr, diyar kir ku ji ber qedexeya derketina derve di mal de ne, lê belê ji ber vê bêhnê nikarin îdare bikin û got: "Di navbera sergo û mala herî nêz de çend metre hene. Ka em ji wan malan du malan kirê bikin; yekê bidin Birêz Beyazgul û yekê jî bidin Birêz Kûş, hela bê dê çend rojan îdare bikin. Tenê ne 17 roj, du rojan jî karibin îdare bikin em ê bibêjin temam û kampanyaya xwe bi dawî bikin. Mirov nikarin fitarî û sihora xwe bikin. A tê kirin zilm e."    JI BER BÊHNÊ DILÊ WAN NAÇE TIŞTEKÎ JÎ   Şêniyê Taxa Asyayê Levent Şeyhanlioglû, anî ziman ku her diçe bêhn zêde dibe û got: "Paceyên me girtî ne, lê dîsa jî bêhn tê. Meha Remezanê ye. Bêhn bandorê li me dike. Em bi rojî ne, em diwestin. Di dema fitariyê de, dilê kesî naçe tiştekî jî, ji ber vê bêhnê. Divê vî sergoyî ji vir rakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dibêjin 'temam'. Lê tiştekî nakin. Çar roj berê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazguzel hatiye taxê. Cîranan mesele jê re gotiye. Wî jî gotiye, 'em ê hel bikin.' Lê bû cara çendan."    ‘EM NE MECBÛR IN BI VÊ BÊHNÊ BIJÎN'    Şeyhanlioglû, destnîşan kir ku pirsgirêk pirsgirêka hemû taxê ye û got: "Me mehkûmî vê bêhnê kirine, lê em ne mecbûr in bi vê bêhnê bijîn. Ew bi xwe ikare rojekê îdare bike. Hat ancax saetekê îdare kir. Qedexe heye, em nikarin paceyê vekin. Gava em venekin jî hundir germ dibe. Taxa me, taxeke xizan e. Demildest divê bê çareserkirin."    Şêniyê taxê Îsa Kaş jî got: "Em nikarin xwarinê bixwin. Em nikarin li hundir îdare bikin. Dibêjin dînemoyeke tesîsê xera bûye, ji ber wê bêhn tê. Em dixwazin ji binî de bê çareserkirin. Em naxwazin ji ber vê meseleyê xircirek çêbibe. Dibe ku welatî pêşiya qamyona çopê bar dike bigirin. Lê em naxwazin mesele bê vir. Bila bar bikin biçin deverek dûrî navenda navçeyê. Bila êdî guh li me bikin."    MA / Emrûllah Acar