Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê 2021-05-04 09:00:34 ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê yên ku zarokên wan di jêrzemînên li Cizîrê de hatin kuştin, bertek nîşanî operasyona derveyî sînor dan û gotin: "Derdê vê dewletê ew e ku gelê kurd tune bike. Divê ku kurd destûrê nedin operasyonên dagirkirina xaka Kurdistanê."  Di 23'ê Nîsanê de ji hêla Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ve li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser sînorên Herêma Federe ya Kurdistanê ve operasyon hat destpêkirin. Piştî vê operasyona li Başûrê Kurdistanê li bajarên Şirnex û Colemêrgê jî bi tevlîbûna bi hezaran eskeran operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Li gel destpêkirina operasyona derveyî sînor bertek û nêrazîbûnên gelê herêmê jî berdewam dikin. Di sala 2016'an de dayikên ku di jêrzemînên Cizîrê de zarokên wan hatibû kuştin, bang li rayedarên Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin ku li dijî operasyonê derkevin.    'DIVÊ KES NEYÊ LEYÎSTIKÊN TIRKIYÊ'    Dayîka Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç ê ku di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da, Esmer Tunç diyar kir ku dewlet bi van operasyonan dixwaze axa Kurdistanê dagir bike û wiha got: "Daxwaza me ji birêz Mesûd Barzanî ew e ku bila destûr nede vî şerî. Bila rê nede Tirkiyeyê. Dewleta tirk xayîn e. Derdê vê dewletê ew e ku gelê kurd ji binî ve tune bike. Her çar perçeyên Kurdistanê yek e. Zimanê me yek e, me bi hev re zilm dîtiye, xwîn dîtiye û me bi hev re têkoşîn daye. Li ser xaka başûr bi hezaran ciwanên kurd xwîn rijandin e. Divê Barzanî bi vê zanebûnê rabe. Heger Barzanî xwestiba niha ev xwîn wê bihata sekinandin. Divê rayedarên başûr hêzên biyanî li ser xaka xwe qebûl nekin."    'ÊDÎ XEW LI ME HERAM BÛYE'    Dayika Yasemîn Çikmaz a ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin, Esmer Çikmaz jî anî ziman ku bi erêkirina Barzanî xaka Kurdistanê tê bombebarankirin û wiha axivî: "Zarokên me hemû di bin tanq û topên dewletê de ne. Em naxwazin ne zarokên me û ne jî zarokên wan bên kuştin. Bangawaziya min ji dayîkên tirk re jî heye, ew jî dayik in bila destê xwe bidin destê me û bila ji şer re bêjin na. Êdî bila zarokên me neyên kuştin. Daxwaziya min ji hemû kurdên başûr re ew e ku bila xwe bêdeng nekin. Heta duh jî DAIŞ li dora wan dizivirî. Zarokên me xwe dan pêşiya wan û ew parastin. Bila wan rojan ji bîr nekin. Çawa rê dan ku dewleta tirk bikeve başûr. Bila hikumeta Barzanî demildest dewleta tirk ji xaka Kurdistanê derbixe. Bila neyên lîstokên dewleta tirk. Ji ber zarokên me xewa me nayê. Çawa xewa dayikên wan leşkeran tê û ew çawa bi aramî radizên?"   'GELÊ KURD DI BIN ZILMÊ DE YE'    Dayika Adil û Egît Kûçûk, Nafya Kûçûk bi lêv kir ku operasyonên tên kirin tenê yêkitiya gelê kurd têk dibe û wiha got: "Bi salan e gelê kurd li çar perçeyan di bin zilma dewletan de ye. Divê kurd êdî destê xwe bidin hevdu. Heger em îro bibûna tifaq ev tişt nedihat serê me. Ew kesên ku piştgiriyê didin van operasyonan xwedê jê re nehêle. Xwedê kezeba wan jî bişewitîne. Kesê ku mirina zarokê xwe nedîtiye nizane ku ev êşeke çawa ye. Heger Barzanî îro rê nedaba Tirkiyeyê, dewleta tirk îro nedikarî bikeve başûr. Xemsariya rayedarên başûr nayê qebûlkirin. Ew mirovê ku ne bi doza xwe re be xwedê jê re nehelê. Bila bibin tifaq, bila bes kezeba dayîka bişewitînin."   'ÎRO LI WIR SIBÊ KURDISTAN HEMÛ YE'   Dayîka Umît Kurt yê ku di çalakiyên Kobanê de ji hêla polîsan ve hat kuştin, Nafya Kurt jî bertek nîşanî xemsariya hikumeta Herêma Kurdistanê da û wiha axivi: "Divê hikumeta herêmê neyê xapandin. Heger tu destûr nedî dewletek nikare bikeve xaka te. Îro ev operasyon li ser Metîna, Zap û Avaşînê pêk tê lê wê sibê ev operasyon ji bo tevahiya Kurdistanê pêk were. Banga min ji gelê me yê başûr re ew e ku rabin ser piyan û li dijî vê operasyonê bisekinin."   'EM AZADIYÊ Û TIFAQÊ DIXWAZIN'    Dayîka Hediye Bariş a ku kurê xwe Mehdî Bariş di şerekî de winda kir jî ji bo rawestandina operasyonê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got: "Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Êdî em kuştinê naxwazin. Em azadiyê û tifaqiyê dixwazin."    MA / Zeynep Dûrgût