Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan 2021-05-03 17:26:28   AMED - Kesên xwedî maf ên di dema qedexeya derketina derve ya Sûrê de xaniyên wan hatin hilweşandin, di merasîma teslîmkirina xaniyan de mifteyên xwe wernegirtin. Hin kesên din ên xwedî maf jî diyar kirin 800 hezar lîre hatine deyndarkirin û li dijî rewşê nerazîbûn nîşan dan.    Ji bo avahiyên nû yên li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê ku di çarçoveya "bajarvaniyê" de hatine çêkirin "merasîma teslîm dayina mifteyan" hat lidarxistin. Kesên xwedî maf di merasîma ku ji aliyê Miduriyeta Bajarvaniyê ve hat lidarxistinde bertek nîşan dan. Di dema axaftina Midurê Bajarvaniyê Ûfûk Nûrûllah Bîlgîn de hin welatiyan diyar kir ku neheqî li wan hatiye kirin û miftteyên xwe wernegirtin.    BERTEK NÎŞANÎ MEDYAYA ALÎGIR DA   Welatiyê bi navê Hasan Olmez piştî merasîmê li qada ku xaniyên wan lê ne, bertek nîşan da û diyar kir ku 800 hezar lîre hatine deyndarkirin. Olmez, anî ziman ku hatin mecbûrkirin ku her mehê 4 hezar 300 lîre taksît bidin û wiha got: “Ez 45 salî me. Ez 45 sal din jî bixebitim nikarim vî pereyi bidim.” Olmez, bertek nîşanî medyaya alîgir ku xwestin wî bêdeng bikin jî dan û wiha axivî: “Heft sal in ez kirê didim. 4 zarokên min hene. Hûn çima rastiyê venabêjin? Ez jî guneh im. Nûçeyên rast çêbikin. Li vir kavilek teslîmî me kirin.”   Welatiyekî din jî pirsa “Xaniyên me 39 hezar lîreyan kirîn û 835 hezar lîreyan firotin. Kî mexdûr e?” kir.