Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan 2021-05-03 16:50:22   WAN - Di danişîna duyemîn a doza 61 penaberên ku noqî Gola Wanê bûbûn de ji 7 bersûcên girtî 6 bersûc hatin berdan.     Keştiya penaberan di 27’ê hezîrana 2020’an de noqî Gola Wanê bûbû. 2 jê zarok 61 penaber fetisîbûn. Danişîna duyemîn a doza derbarê vê bobelata keştiyê de li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûcên dozê ji sûcên “Qaçaxiya biwesf a penabera kirine” û “Bi zanebûna biqisûr bûne sedem mirina ji kesek zêdetir” tên darizandin. Bersûcên girtî Medenî A., Burhan Ç., Cuneyt A., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K. ku tên darizandin ji girtîgehên lê dimînin bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên bersûcan û parêzerê malbatên mexdûr Mahmût Kaçan di danişînê de amade bûn.    Di danişînê de ewilî bersûc axivîn û îfadeyên xwe yên berê dubare kirin.    Pişt re parêzerê malbatên mexdûr Kaçan axivî û xwest derbarê Servet Akbaş ê keştiyê dijaot dibe niha dijî lêkolîn were kirin û xwest ev rewş were lêkolînkirin.    Dadgehê piştî parastinan bi hêceta “demek dirêj e girtî ne” derbarê Burhan Ç., Cuneyt A., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K. de biryara berdanê dan. Bi vê biryarê re di dosyeyê de tenê bersûc Medenî Akbaş girtî ma.    Danişînek din taloqî 14’ê tîrmehê hat kirin.