Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî 2021-05-03 15:49:12   ENQERE - Parêzerê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlamenteriya wî hat betalkirin diyar kir ku wî xwenigihandiye îdianameya nû ya derbarê miwekîlê wî de hatiye amadekirin û mafê parastinê tê astengkirin.    Piştî ku parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî hat betalkirin, hatibû girtin. Çend roj berê derbarê Gergerlîoglû de îdianameyek nû hat amadekirin. Îdianame ji sûcên “Bêrêbaz bi erka xwe rabûye” û “Binpêkirina destnedayîna kargehê” hatiye amadekirin û hat xwestin Gergerlîoglû bi 5 salan were cezakirin.    ÎDIANAME NADIN PARÊZER    Parêzerê Gergerlîoglû, Bişar Alinak da zanîn ku li gel biryarek nepeniyê nîne jî Dadgeha Cezayê Asliye ya 38’emîn a Enqereyê îdianameyê nedaye wî. Alinak destnîşan kir ku ev derhiqûqî ye û wiha got: “Li gel ku erka me heye ku em agahî û belgeyan werbigirin jî lê nadin me. Di dosyeyê de biryara nepeniyê nîne. Dadgehê li gorî xwe biryarek girtiye. Mesele divê di vê astê de têkildarî ji bo daxwaza paş de dayîna îdianameyê daxwanameyek bidin. Lê em nikarin bidin. Di vî warî de mafê me yê parastinê tê astengkirin. Dîsa biryarek derhiqûqî hat tesîskirin. Navê vê fiyaskoya hiqûqê ye.    MA / Dîren Yûrtsever