Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt 2021-05-03 15:32:00   AMED – Serokbijîjkê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî Sedat Ozkûl, ji bo birayê xwe yê bi vîrûsa koronayê ket, beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê da girtin.    Hat diyarkirin ku Serokbijîjkê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî Sedat Ozkûl, ji bo birayê xwe yê bi vîrûsa koronayê ketiye, beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê ku ji bo nexweşên koronayê hatiye veqetandin, bi tevahî daye girtin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê da li CÎMER’ê giliya vê rewşê kirin. Welatiyan destnîşan kir ku ji bo hînkirina rewşê li çapameniya herêmî geriyane çapemenî bêdeng maye.    JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN Û CAREKE DIN VEGERIYA   Sedat Ozkûl, di sala 2018’an de dema ku Alîkarê Serbijîjkê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî bû ji aliyê Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar ve ji peywirê hat girtin û derbarê wî de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. Lê piştre Ozkûl ku di AKP’ê de bûbû bernamzetê parlamenteriyê çûbû Navenda Giştî ya AKP’ê û careke din vegeriyabû peywirê xwe.