Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî 2021-05-03 14:02:03   RIHA - Li navçeya Pirsûsê Malîk Armanç Şahîn bi tevî motorsiklêta xwe re ket qenala avê û jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Malîk Armanç Şahîn ku motorsîklêt diajot ket qenala avê ya li kêleka rê. Şahîn ê li gel motosîkletê ket qenalê, piştî demekê şun de bi avê re çû. Piştî hewldanên derdorê yên demekî dirêj Şahîn ji avê hat derxistin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Şahîn jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînê cenazeyê Şahîn birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.