Belcan: PTT'ê Destûra Bingehîn avêt kulînê 2021-05-03 09:10:23 ENQERE - Serokê Giştî yê Haber-Sen'ê Mesut Balcan, diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya PTT'ê bi lêpirsîna hesabê xebatkarên PTT'ê yên medya civakî Destûra Bingehîn avêt bin gulînê û zagonan îhlal dike.  Midûriyeta Giştî ya Teşkîlata Posta û Telgrafê (PTT), di 23'ê Nîsanê de nivîsa hişyariyê ya "Parvekirina Medya Civakî" ji hemû şaxên xwe yên bajaran re şand. Midûriyetê ji rêveberiyên xwe xwest der barê hesabên xebatkarên xwe yên medya civakî de lêpirsîn û lêkolînê bike û wan agahdar bike. Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Posta û Ragihandina Çapemenî û Weşanê (Haber-Sen) Mesut Balcan, anî ziman ku karkerên postê tevî rîska vîrûsa corona (Covid-19) xizmeta PTT'ê dikin û wiha got: "Xebatkarên PTT'ê ewlehiya xwe dixin rîskê û dixebitin. Pergala Hikûmeta Serokomariyê her ku diçe bêtir bandorek hişk li ser saziyan dike. Bêtir wan dixe bin zext û tundiyê. Niha her midûrê şaxek PTT'ê dikare li gorî xwe giştînameyan derxe û karkeran li gorî xwe kontrol bike. Sedema zextên li ser xebatkarên PTT'ê rêveberên ku bê pîvan û qûral tayînî PTT’ê hatine kirin in."    LÊPIRSÎNA HESABÊ MEDYA, RÊBAZA ZEXTAN E   Balcan, destnîşan kir ku lêkolîn û lêpirsîna hesabê xebatkarên PTT'ê yên medya civakî "rêbaza zextan e" û wiha got: "Karker li dijî vê pergalê bi tirsa ku dê ji kar bêne avêtin nikarin dengê xwe bikin. Dema xebatkar nerazibûnmek pir asayî nîşan didin, dikin sedema lêpirsînê. Bi vê rêbazê gefan li kedkaran dixwin. Ev yek di hemam demê li dijî azadiya îfade û azadiya agahdarkirin û ragihandinê ye. Em ve lêpirsîna ku hevalên me ji kar dûr bixin qebûl nakin. Em li dijî vê bê hiqûqiyê, bi daxuyaniyên çapemeniyê û rêbazên hiqûqî bersîvê didin. Em bi hevalên xwe re di nava şewirmendî û piştevaniyê de ne. Em ê ve bêhiqûqiyê ji hemû raya giştî re vebêjin û parve bikin."