ÎHD: Zilaman li Egeyê di 4 mehan de mafê 294 jinan binpê kir 2021-05-02 18:22:18   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora 4 mehên dawî ya binpêkirina mafên jinan a herêma Egeyê aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku di 4 mehên dawî de mafê 294 jinan hatiye binpêkirin.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, rapora 4 mehan a binpêkirina mafên jinan a Herêma Ege bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku di 4 mehên dawî de mafê 294 jinan hatiye binpêkirin. Komîsyonê, di raporê de cih da binpêkirina mafên jinan ên li bajarê Îzmîr, Afyon, Aydin, Denîzlî, Kutahya, Balikesir, Mugla, Manisa, Uşak Burdur, Îspartayê.    Komîsyonê di raporê de da zanîn ku 21 jin bi tundî, lêdanê re rû bi rû mane û birîndar bûne, 3 jin bi tacîz û tecawizê re rû bi rû mane, 30 jin hatine kuştin, 19 kujerên jinan cezayê wan hatiye daxistin, 8 jin bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane, 37 aktîvîstên jin hatine binçavkirin, 7 jin bi Kod 29'an ji kar hatine avêtin, polîs û eskeran der barê 3 jinan de daxuyaniyên şaş dane, 4 jin bi gefên kuştinê rû bi rû mane, Destê 9 jinan di bin çavan de li pişt wan kelepçe kirine, 6 jin di bin çavan de bi mualmeya xerab re rû bi rû mane, Polîs û eskeran bi telefonan qeyda 4 jinan girtine, Di bin çavan de mafê jinekê yê tenduriustiyê binpê kirine, Gaza îsotê avêtin ruyê 5 jinan, 3 jin di bin çavan de îstîsmar kirine, 3 jin li nexweşxaneyê bi kelepçeyê rawestandine, Jinek tazî kirine û li bedena wê nerîne. Dema jinek tazî kirin û li bedena wê nerîn polîsê mêr ket salona lêgerînê, 37 jinên hatin binçavkirin destûr nedan parêzer biçin ziyareta wan, 9 jin di bin çavan de bi tundiyê re rû bi rû man, 37 jinan di bin çavan de neheqî li wan hat kirin, 10 jin bi şantajê rû bi ru man, 2 jin ji almiyê medya ve bi tundiya ziman re rû bi rû man, 3 jin bi guman mirin, Transek hat kuştin, 4 jin winda bûn, 2 jin hatin revandin, Ceza dan jina ku parastin kir, 20 jin bi tundiya fihûşê re rû bi ru ma, 2 jin bi sûcê nifrînê re rû bi rû man, Jinen du canî ya penaber mafê wê yê tenduristiyê hat binpêkirin.