Ji bo AKP’ê serbest e, ji bo xelkê qedexe ye 2021-05-02 17:49:19   STENBOL - AKP'îyan di merasima cenaze de qedexeyên kolanan binpê kir. Wezareta Karên Hundir bi giştînameyekê ji 29'ê Nîsanê heta 17'ê Gulanê qedexeya derketina derve îlan kir. Ji bo merasima cenazeyan jî sînorê tevlêbûna 9 kesan anîbûn. Lê AKP’iyan zagon, qanûn û pivan nas nekirin û bi girseyî tev li merasima cenaze bûn.    Wezareta Karên Hundir bi hinceta şewba vîrûsa corona (Covid-19) zêde bûye û rê li pêş şewbê bigire ji 29'ê Nisanê heta 17'ê Gulanê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Ji bo merasima cenazeyan jî sînorê tevlêbûna 9 kesan dabîbû. Lê AKP’ê ev zagon û pîvan îhlal kirin û bi girseyi tev li merasima cenaze bûn. Berê jî AKP'îyan zagonên xwe îhlal kiribûn û bi girseyî mîtîng û kongre pêk anîbûn. Di hefteya ewil a qedexeyê de bi tevlêbûna Serokê AKP’î û Serokomar Tayyip Erdogan  bi girseyî tev li merasima cenaze bûn. Erdogan, tev li merasima cenazeyê Bavê Şaredarê Umraniyeyê Îsmet Yildırim, Ahmet Galip Yildirim ê 88 salî bû. Ji bo Yildirim li Mizgefta Zanîngeha Marmara nimêj kirin. Tevî qedexeya derketina kolanan û qedexeya merasima girseyî ya cenazeyan jî xizm û malbata Yildirim, Serokomarê AKP'î Erdogan, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya, wekîlên AKP'ê û şaredar jî di navde, girseyek qelebalix tev li merasima cenaze bûn.