Qedexeya ket roja hezar û 623’yan dirêj kir 2021-05-02 14:06:59 WAN - Qedexeya li darxistina bername û çalakiyan a hezar û 623 rojin dewam dike, 15 rojên din dirêj kirin.   Walîtiya Wanê ewil, di 21’ê Mijdara 2016’an de, qedexeya li darxistina çalakiyan îlan kir. Walîtiyê piştre her 15 roj careke ev biryara xwe ya qedexekirinê dirêj kir. Herî dawî qedexeya çalakiyan a ket roja hezar û 623’yan, carek din ji bo 15 rojan dirêj kir.