Parlamenterekî Iraqê: Em ê rê nedin Tirkiye baregehên eskerî ava bike 2021-05-02 12:31:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mensûr Beêcî, têkildarî operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê banga li Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Iraqê kir ku bi awayekê lezgîn helwest nîşan bikin û got: "Emê rê nedin Tirkiyeyê ku baregehên eskerî li ser xaka me ava bike."    Operasyon û êrişîn Tirkiyeyê yên dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Herî dawî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li dijî herêmên Avaşîn, Metîn û Zapê dest bi operasyonek berfireh kir. Hikumeta Iraq û rêveberiya Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe ya li dijî van operasyonan dewam dike. Nerazîbûn û bertekên li dijî operasyonên Tirkiyeyê û bêdengiya her du hikumetan roj bi roj mezin dibin.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mensûr Beêcî, di daxuyaniya nivîskî da de, bang li hikumeta Iraqê û rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê kir ku ji bo Tirkiye baregehek nû ya esekrî li nava xaka Iraqê çêneke, xwedî helwest bin û bi ti awayî vê yekê qebûl nakin. Mensur, bertek nîşanî operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê û da zanîn ku ew rê nedin Tirkiye li ser xaka wan baregehek eskerî ava bike.   Parlamenterê serbixwe Beêcî, têkildarî operasyonên TSK'ê ev bertek nîşan da: "Avakirina baregehek leşkerî li Herêma Kurdistanê û bêdengiya hikumetê, li ser xaka Iraqê ragihandina dagirkeriyek fermiye. Nabe ev yek bê qebûl kirin. Ji bo ku Tirkiye baregehek nû ava neke, divê Hikumeta Iraqê bi awayekê lezgîn helwest nîşan bide. Ji ber ku em ne beşek ji xaka Tirkiyeyê ne ku li ser axa me baregehên leşkerî ava bike.”   Beêcî, di dewamê de got, ew avakirina baregehek leşkerî ya artêşa Tirk di nava xaka xwe de qebûl nakin û wiha rêz kir: “Ji ber ku em ne gundek yan jî baxçeyek yê Tirkiyeyê ne ku her car bixwaze di nava xaka me de baregehekê ava bike. Eger bixwaze karek bi vî awayî bike, wê helwesta me jî hebe.”   Mensûr Beêcî, di dawiya axaftina xwe, wiha bang kir: "Divê parlamento û rêveberên Iraqê li dijî kiryarên Tirkiyeyê xwedî helwest bin û rê nedin Tirkiye baregehek leşkerî ava bikin. Ji ber ku nabe Tirkiye karekê wiha neheq bike. Ji bo vê pêwîste bersivek tund li dijî Tirkiyeyê hebe. Pêwîste di demek zû de hemû leşkerên Tirk ji nava xaka me derkevin û ji bo vê zext li Tirkiyeyê bê kirin.”