246 kedkarên ku polîsan ew binçav kiribûn hatin berdan 2021-05-02 10:51:12   STENBOL - Polîsan duh di pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê de li Qada Taksîmê 255 kedkar binçav kiribûn. Ji wan 246 kedkarên li midûriyeta polîsan ifade dan, hatin berdan.    Di 1'ê Gulanê de nûner û rêveberên sendîka û rêxistinên karker û kedê li Qada Taksîmê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê xwestin 1'ê Gulanê piroz bikin. Lê polîsan ji çar aliyan de mudaxale kir û 255 karker û kedkar binçav kirin. Polîsan 255 kedkar birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. 246 kedkar, piştî îfadeya wan a li midûriyetê bi dawî bû hatin berdan. Hêj îfadeya 9 kesan didome.