Rojnameger Aydin: Hedef destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye 2021-05-02 10:32:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Denîz Aydin a ku operasyona TSK’ê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da dest pê kirin di cih de dişopîne, diyar kir ku hedefa operasyonê destkeftiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê ye.  Operasyona eskerî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê di 23’yê Nîsanê de da dest pê kirin, di roja 10’emîn de dewam dike. Li herêmên ku ji hewa ve tên bombebarankirin, şer û pevçûnên dijwar rû didin. Bombebarkirinên balafirên şer ê li herêmê bandoreke mezin li ser cih û warên sîvîlan dike. Bi vê rê hewldana bi cih kirina eskeran a li herêmê jî dewam dike. Bi operasyona ku tê destnîşankirin ku bi pejarandina hêzên herêmî û navneteweyî dewam dike re, hikumeta navendî ya Îraqê jî, li dijî Şengalê ketiye nava hewldanek eskerî.    Rojnameger Denîz Aydin a ku li Metîna şer û pevçûnan ji nêz ve dişopîne, pêşketinên li herêmê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.   ‘TIRKIYÊ TIŞTA HÊVÎ DIKIR BI DEST NEXIST’   Aydin, diyar kir ku li herêmê şerên tund dewam dikin û wiha axivî: “TSK dixwaze ji Metînayê xetekê xêz bike, lê heya niha negehiştiye vê armanca xwe. Piştî operasyonê Garê ya ku 13 esker û polîs tê de hatin kuştin, HPG’ê xwe ji bo heman operasyonan amade kiribû. Artêşa Tirkiyeyê bi ser neket. Piştre hewl dan ku ji cihên sîvîlan dest pê bike. Şer û pevçûnên dijwar hene. Lê bi tu awayî pêşketin tuneye. Hewl didin li hin cihan, bi cih bibin. Lê berxwedaneke mezin heye. Li herêmê serweriya gerîla heye. Dîsa tecrûbeyên wê yên şer û amadekiriyên wê jî hene. Ji ber vê artêşa Tirkiyeyê tişta hêvî dikir, bi dest nexist. Mîna Garê têkçûyekê mezin dijî.”    KONSEPTA NÛ YA TSK’Ê   Aydin, bi bîr xist ku herêmên operasyonê lê dest pê kirin, balafirên şer ji sala 2015’an ve bi awayekê zêde bombebaran dike û wiha pê de çû: “Berê jî heman operasyon li herêma Heftanînê hatibûn lidarxistin. Di van operasyonan de jî tu encam bi dest nexistin. TSK’ê piştî Heftanîn û Garê, dest bi konsepteke nû kir. Tê gotin ku ev operasyona dawî demdirêj û berfirehtire. TSK, hedef dike ku ‘herêma tampon’ ava bike. Dixwaze herêmê ji sîvîlan paqij bike û li qadên dagir dike bi awayekê stratejîk pêş bikeve. Lê qadên Zap, Metîna û Avaşînê ne ew qadin ku artêşa Tirkiyê bi rehetî bikeviyê. Em dikarin bêjin ku şerekê dem dirêj wê li vê herêmê dewam bike. Her tim dibêjin, ‘Em ketinê. Me girt. Em evqas pêş ketin. Me evqas serketin bi dest xist.’ Ne pêkane ku tiştekê wiha çêbe. Rastiyên şênber ên van herêman hene. Me hêsane ku operasyonên xwe li wan herêman dewam bikin.”    GUND DI HEDEFÊ DE NE    Aydin, anî ziman ku operasyonên TSK’ê bandorekê mezin li niştecihên herêmê dike û wiha got: “Dixwazin qadên Kaste û Derare yên herêma Metîna bi temamî vale bikin. Di hûndir de dest bi operasyonê kirin û eskerên Tirk li gundên van deran bi cih bûne. Dîsa ji ber şer û bombebaranan zeviyên welatiyan dişewitin. Bi taybetî qada ku ez lê dimînin, ji heftiyekê zêdetire tê bombebarankirin. Ji ber operasyonên eskerî di nava 28 salan de, herî kêm 504 gund hatine vale kirin. Gundên ku ez qala wan dikim ne biçûkin û her tim di hedefê de ne. Artêşa Tirk li dijî qadên sivîlan polîtîkayên pir cuda bi rêve dibe. Sîvîl bi awayekê pir cîdî ji şer bandor dibin.”    NÊRÎNA GEL A LI DJÎ OPERASYONÊ    Aydin, da zanîn ku gelê herêmê van operasyonan weke “dagirkirinê” dinirxîne û wiha bilêv kir: “Tê gotin ku ev operasyon li dijÎ PKK’ê hatiye destpêkirin. Lê gel vê yekê bawer nake û bi berteke. Tenê li gundê ez lê dimînim, di nava 4 salan de 33 sîvîlan ji ber bombebaranên TSK’ê jiyana xwe ji dest dane. Mirov ji ber bombebaranan nikarin jiyana xwe dewam bikin. Her tim ceyran û înternet tê birîn. Dengê xwe jî nikarin bidin bihîsitn. Ji xwe hikumeta herêmê jî dengê xwe ji vê rê nake. Gel terkî qedera wê hatiye kirin. Bi pêkanîn û kiryarên Tirkiyeyê yên li Efrînê kirin re rû bi rû mane. Gel xwest çalakiyan li dar bixe, lê hêzên KDP’ê ew asteng kirin û destûr nedan ku rojnameger bikevin herêmê.”    ARMANCA OPERASYONÊ    Derbarê armanca operasyonê de jî Aydin ev şirove: “Tirkiye ji bo ku ‘xelayên xwe yên Mîsak-i Mîllî’ bi cih bîne, bi hemû lez û bezê operasyonên xwe dewam dike. Hewl dide gundan vale bike û baregehên xwe li van herêman ava bike. Gelê herêmê di nava vî şerî de hatiye hiştin. Konsepta ji bo Mûsil û Kerkukê pêş xistin, îro li herêmê dewam dikin. Îro tevahiya Başûrê Kurdistanê û heta tevahiya axa Iraqê di hedefê de ye. Em bi awayekê aşker vê yekê dibêjin. Lê Tirkiye vê red dike. Ev stratejiya Tirkiyeyê pir kûr û dûre. Vê înkar nake. Hedef destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye. Em behsa erdnîgariyek pir dewlemend dikin. Divê ev rastî bê dîtin.”    MA / Ahmet Kanbal