Ji ber deynên serdema AKP’ê parka şaredariyê derxistine firotanê! 2021-05-02 09:07:17   AGIRÎ - Rêveberiya AKP’ê ya serdema berê Şaredariya Panosê di bin deynan de hiştibû. Şaredariya Panosê ya niha di destê HDP’ê de ye ji ber nikare deynan bide, her tiştê wan tê hecizkirin. Niha jî parka aydê şaredariyê hatiye hecizkirin û derxistin ber firotinê.    Şaredariya Panosê beriya serdema sala 2019’an di destê AKP’ê de bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de şaredarî qezenc kir û hat ser rêveberiya şaredariyê. Şaredariya HDP’yî her roj bi hacîzek nû re rûbirû ye. Rêveberiya AKP’yî beriya hilbijartinê bi 4 mehan milyonek û 300 hezar lîre kred kişandiye û nerazandiye û her wiha bi milyonan lîre deyn li pey xwe hiştibû. Ev deyn hemû ji rêveberiya HDP’ê re ma.    PARKA NAVÇEYÊ DÊ BIFIROŞIN    Ji ber ku rêveberiya şaredariyê ya HDP’yî nikare van deynan bide, Daîreya Îcrayê ya Panosê biryara firotina Parka Osmanli da. Dadgehê ji bo firotina parke 13 milyon lîre diyar kir û wê di 24’ê gulanê derxe ber firotinê. Şaredariyê ji bo sekinandina firotina parke serî li dadgehê da. Di 28’ê nîsanê de ji aliyê şandeya pispor ve keşf hat kirin.    JI ROJA HATINE SER KAR BI DEYNAN RE TÊDIKOŞIN    Hevşaredarê Panosê Emrah Kiliç anî ziman ku van karûbarên hecizê hatine destpêkirin ji ber deynên serdema AKP’ê mane tên kirin û ji roja ew hatine ser kar bi deynê AKP’ê û hecîzan re têdikoşin. Kiliç da zanîn ku beriya niha hesabên aydê şaredariyê yên bankê û gayrîmenkulên şaredariyê hatine hecizkirin û niha jî dixwazin parka aydê şaredariyê ku ji bo xelkê hatiye çêkirin û qadên wan şînahiyê tên hecizkirin û derdixin ber firotanê. Kiliç destnîşan kir ku li dijî vê rewşê ew îtîrazan dikin û dozên hewce vedikin. Kiliç diyar kir ku her çi dibe bila bibe, ji bo ew xizmeta xwe nîvco nehêlin xebatên xwe bi biryardarî didomînin.    XELKÊ BÊNEF DIHÊLIN    Kiliç anî ziman ku vê parka wê derxin ber firotanê remzeya navçeyê ye û cihek ku xelkê wan nefes lê digire ye û hecizkirina parkê ya bi vî awayî xeletî ye. Kiliç got wan wek şaredariyê îtîrazên pêwîst kirine û dê îtîrazên xwe bişopînin.