Bi daxuyanî û çalakiyên partiya xwe hat sûcdarkirin 2021-05-02 09:06:29   AMED - Rêveberê HDP’ê Ramazan Karakaya yê bi 11 kesan re di 29’ê nîsanê de hat girtin beşdariya wî ya çalakî û daxuyaniyên partiya wî wek sûc hat dîtin.    Dadgeha Cezayê Sulhê ya 5’emîn a Amedê di 29’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” rêveberên HDP'ê Ramazan Karakaya, Hamit Onur, Murat Ondeş, Sadik Tosun, Hevserokê Rêxistina HDP'a Peyasê yê berê Kadrî Akkaya, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê yê berê Mehmet Bakir, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, Endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Mehmet Zekî Bagcik, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Nurettin Bakan, Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Sûrê yê berê Zulfîkar Odabaşi û Rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê Naşît Bat di nav de 12 siyasetmedar dabû girtin.    PIRSÊN BALKÊŞ    Li Miduriyeta Polîsan a Amedê û li dozgeriyê pirsên balkêş û ecêb ji Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Ramazan Karakaya pirsîn. Ji Karayakaya pirsên wek “tu çima beşdarî çalaki û daxuyaniyên partiya xwe, TJA, MEBYA-DER’ê û TUAY-DER’ê bûyî û li ser fermana kî beşdar bûyî” hatin pirsîn. Çalakî, daxuyanî û kongreyên yasayî yên ku Karakaya beşdar bûye wek deryasayî hatine lansekirin û ya herî balkêş jî ew e ku bi beşdariya çalakî û daxuyaniyên partiya xwe û dayîna daxuyaniyan hat sûcdarkirin.    BEŞDARIYA ÇALAKÎ Û DAXUYANIYAN SÛC HATIYE DÎTIN    Beşdariya Karakaya ya 26 çalakî û daxuyaniyan yek bi yek wek sûc hatine dîtin û beşdariya wî ya bîranîna cangoriyên kesên di teqîna DAIŞ’ê de li dijî mitînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de pêk anîbû jî wek sûc hatiye nirxandin. Di pirsên ji Karakaya hatin kirin de daxuyanî û çalakî “derqanûnî” hatin dîtin û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.