MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da 2021-05-02 08:25:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastina Mîllî têkildarî operasyona TSK'ê ya “Pençe-Yıldırım” a di 23'ê Nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê dane destpêkirin daxuyanî da û diyar kir ku di şer de eskerekî wan jiyana xwe ji dest daye.   Wezareta Parastina Mîllî (MSB), têkildarî operasyona TSK'ê ya "Pençe- Yıldırım" ku di 23'ê Nîsanê de li ser axa Herêma Federe a kurdistanê li qadên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin daxuyanî da. MSB'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di şer de eskerê wan ê Çawîşê Pispor Ahmet Asan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya MBS'ê heta niha tenê 6 eskeran di şer de jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî çavkaniyên herêmî jî heta niha di şer de bi dehan  eskeran jiyana xwe ji dest dane.