Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin 2021-05-01 17:09:57   ÎZMÎR - Li Îzmîr û gelek navçeyên wê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Di mudaxaleyên polîsan de 20 kes hatin binçavkirin.    Polîsan li Îzmîrê mudaxaleyî welatiyên ku xwetin 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran li Qada Konak û Kolana Şehîdên Qibrisê pîroz bikin, kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Sendîkaya Ûmût ve li ser Kolana Şehîdên Qibrisê hat kirin de, polîsan pankarta çalakgeran perçe perçe kirin û 7 kes bi darê zorê binçav kirin.    LI KONAKÊ 3 BINÇAV KIRIN   Endamên Kaldiraçê jî derketin Qada Konakê û xwestin bi pankarta ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran amade kir, bimeşin. Polîsan pêşiya endamên Kaldiraçê girt û 3 kes binçav kirin.    10 BINÇAVKIRIN   Polîsan destûr neda çalakiya ku ji aliyê Înîsiyatîfa 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ve li navçeya Bûcayê bê kirin û 8 kes binçav kirin. Kesên ku polîsan bi paş ve kelemçe kirin û binçav kirin bi dirûşmeya “Her der berxwedan, her der 1 Gulan” bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan li navçeya Bûcayê 2 endamên înîsiyatîfê jî ku çalakî kirin binçav kirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş (ÇHD) di parvekirina xwe ya li ser hesabên medya civakî de diyar kir ku kesên di çalakiya 1’ê Gulanê de hatine binçavkirin, îfadeyên wan li Miduriyeta Polîsan a Konakê tê wergirtin.    BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Li navçeya Bayrakliyê jî kedkarên ku qedexe guhdar nekirin derketin qadan. Endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) pankarta “Em qedexeyan û barîkatan derbas dikin, Bijî 1 Gulan” vekirin. Di daxuyaniya hat kirin de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.    JI MALAN PIŞTEVANIYA BI ÇEPIK   Înîsiyatîfa 1’ê Gulanê ya Îzmîrê li navçeya Menemen a Îzmîrê jî çalakî li dar xist. Endamên înîsiyatîfê ku bi pankarta “Bijî 1 Gulan” meşiyan wiha gotin: “Zorê li me dikin ku di bin siya zextan de bikevin 1’ê Gulanê, 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin.” Gelek malan bi çepikan piştevaniya meşê kirin.