HDP'î: Em şahidê tundiyê ne 2021-05-01 16:54:32   STENBOL - Polîsan 212 karkerên ku xwestin li Qada Taksîmê ji bo 1'ê Gulanê daxuyaniyê bidin binçav kirkin û birin midûriyeta Polisan a Stenbolê. Piştî binçavkirinê parlamenterên HDP'ê çûn li pêş Midûriyeta Polîsan a Stenbolê daxuyanî dan û gotin: "Em şahidê tundiya polîsan in. Yên zilmê bikin dê winda bikin."    Nûner, rêveber û endamên rêxistinên karkeran bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê xwestin li Qada Taksîmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta qedexeya ji bo şewba vîrûsê heye destûr neda ku karker daxuyaniyê bidin. Lê tevî hemû astengiyan karkeran xwest dakevin qadê û daxuyaniyê bidin. Polîsan jî mudaxaleyi karkeran kir û di mudaxaleyê de 212 karker bi lêdan û tundiyê binçavkirin. Polîsan 212 karker û kedkarê binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Stenbolê. Karkerên ku polîsan ew binçav kirin hêj  li midûriyeta polîsan têne ragirtin. Li ser vê yekê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya û Oya Ersoy hatin pêş midûriyeta polîsan û li vir daxuyanî dan. Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum, diyar kir ku kesên hatine binçavkirin piştî îfadeya wan hat girtin dê serbest bê berdan û wiha got: "Hevalên me yên parêzer li vir in. Li aliyeki karker têne xebitandin. Lê li aliyê din şewbê dikin hincet û 1'ê Gulanê li karkeran qedexe dikin. Li aliyekî dibêjin "Ji kok ve girtine" li aliyê din karkeran didin xebitandin. Karker bi mirinê re rû bi rû ne. Qedexeya 1'ê Gulanê ya li qada vekirî nîşan dide ku dixwazin helwesta demokratîk asteng bikin."    Wekila HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya jî anî ziman ku anî ziman ku polîsan bi îşkenceye karker binçav kirin û wiha got: "Polîsan mirov bi erdê re kaş kirin. Pê li pişt û piyê wan kirin û îşkence li wan kirin. Ez û wekilên din li qadê bûn. Li pêş çavê me îşkence li wan kirin û piştre binçav kirin."    'WÊNEYÊ REJÎMÊ YE'    Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy jî anî ziman ku di 1'ê Gulanê Roja Karkeran de jî mafê karkeran binpê kirin û got: "Wêneyê 1'ê Gulana 2021'an wêneyê rejîmê ye. Dewletê ev wêne li Îkîzdere kişand. Ev ne weneyê 1'ê Gulanê ye. Ev wêneyê Rejîmê ye. Ev navê rastiya rejîmê ye. Yên zilmê bikin dê winda bikin."