Li Rihayê 1’ê Gulanê 2021-05-01 16:40:31   RIHA – Li Rihayê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de bêdengiya ji ber pandemiyê dengên erebokên destan ên zarokên ku li ser sergoyan bermahiyan berhev dikin û dengê çakûçên karkerên ku li înşaetan dixebitin xera dikin.   Li Tirkiyeyê, kedkar û karkerên ku ji ber qrîza aborî ku roj bi roj kûr dibe di nav şertên bêkarî û xizaniyê de jiyana xwe didomînin, ji ber pandemiyê daneketin qada û bi awayekî girseyî 1’ê Gulanê pîroz nekirin. Li Rihayê rexmî qedexeya ku dê heta 17’ê gulanê bidome jî karkerên kedkar xebatên xwe didomînin.    Karkerên ku roja 1’ê Gulanê jî dixebitin li ber qadraja Ajansa Mezopotamyayê (MA) ketin. Li bajar hat dîtin ku hin karkerên paqijiyê li eniyên derve yên avahiyên bilind pqajiyê dikin. Weke wan hin karkerên înşaetê jî di vê roja ku ji wan re cejn e de xebatên xwe domandin. Dengê çakûçê karkerên ku di bin germê de dixebitin jî li kûçeyên bêdeng ê bajar olan da.    Kesên ku ji sergoyan kaxiz, plastîk û şûşeyan berhev dikin jî li rexmî qedexeyê li kuçeyan bûn. Piraniya van kesan zarokên sûriyeyî yên temenê wan di biniya 15 salan de ne. Van zarokan bi erebokên destan ku ji telê wan mezintir in li kuçeyan diğerin û ji sergoyan bermahiyan berhev dikin.    Dema ku me wateya 1’ê Gulanê ji wan pirsî zarokan got ku ew nizanin 1’ê Gulanê tê çi wateyî û 2 roj in wesayîtên xwe bi zorê tije dikin. Zarokan got ku rexmî tevahiya rojê bi malbatên xwe re dixebitin jî bi zorê bi qasî ku karibin iftara xwe pê bikin xwarinê digirin.    MA / Emrûllah Acar