Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin 2021-05-01 16:19:04   ENQERE - Kedkar û Karkerên ku ligel qedexeyê jî, li Enqereyê li gelek cihan derketin kolanan, bi boneya 1’ê Gulanê meş li dar xistin. Polîsan mudaxaleyî meşan kir û nûçegihana me Ceylan Şahînlî jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Kedkar û Karkeran ligel qedexeyê jî, li pir cihên cuda yên Enqereyê bi boneya 1’ê Gulanê meş li dar xistin. Endamên Kolektîfên Xwendekaran ên li Taxa 100’uncu Yil a navçeya Mamak a Enqereyê hatin gelhev 1’ê Gulanê bi meşekê pîroz kirin. Xwendekarên ku bi pankarta “Me rengên xwe li xwe kirin, Bijî 1 Gulan” meşiyan, her tim dirûşmeya “Zanîngeh li ser piya ne, di 1’ê Gulanê de li kolanan e” berz kirin. Polîsan, mudaxaleyî xwendekarên meşiyan kirin û 8 kes binçav kirin.    NÛÇEGIHANA ME HAT BINÇAVKIRIN   Platforma Çîn Şoreşger û Serbixwe (BDSP) û endamên Ciwanên Demokratên Nû jî li Taxa Şahîntepe ya navçeya Mamak a Enqereyê têkildarî 1’ê Gulanê meş li dar xistin. Polîsan mudaxaleyî koma ku pankarta “Bijî Yek Gulan” vekir, kirin û nûçegihana me Ceylan Şahînlî jî di nav de 5 kes binçav kirin.    TELEFONA NÛÇEGIHAN PELÇIQANDIN   Endamên Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) jî bi li darxistina meşa li Qada Sakaryayê 1’ê Gulanê piroz kirin û qedexe şermezar kirin. Polîsan mudaxaleyî koma bi pankarta “Em ê pergala em bêkar, bênan û bêderzî hiştin hilweşînin, Bijî 1 Gulan” dimeşiya kirin û 7 endamên EHP’ê binçav kirin.    Polîsên rojnemevanên nûçe dişopandin asteng kirin, telefona Nûçegihana Yol Tv’yê Ozge Ûyanik avêt erdî û pê lê kir. Polîsan rojnameger ji qadê dûr xist.